AKP li Êlihê vediguhere partiya tabela

AKP ku li Êlihê roj bi roj vediguhere partiya tabela, pêwîstî pê nedît ku li navçeya Qubînê buroya hilbijartinê veke. AKP ku beriya salekê li navçeyê partiya desthilatdariyê bû, hewceyî pê nedît ku alên partiya xwe jî li navçeyê daliqîne.

AKP li Êlihê vediguhere partiya tabela
AKP ku li Êlihê roj bi roj vediguhere partiya tabela, pêwîstî pê nedît ku li navçeya Qubînê buroya hilbijartinê veke. AKP ku beriya salekê li navçeyê partiya desthilatdariyê bû, hewceyî pê nedît ku alên partiya xwe jî li navçeyê daliqîne.


Hikûmeta AKP'ê û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ê di dema êrîşên çeteyan ên ji bo dagirkirina Kobanê daxuyaniyên destekkirina çeteyên DAIŞ'ê dan, di rojên dawî de bi daxuyaniyên "Pirsgirêka Kurd nîne" hîn bêhtir rê li ber nerazîbûna Kurdan vekirin. Li Êlihê ji ber pevçûna namzetiya parlamenteriyê ya di nava AKP'ê de, kesekî jiyana xwe ji dest da û ji 23'ê Nîsanê û vir ve jî deriyê lokala hilbijartinê girtî ye. Rewşa AKP'ê ya li navçeyan ji rewşa li navenda bajêr cuda nîne. Yek ji mezintirîn navçeyên Êlihê Qubîn e. AKP'ê pêwîstî pê nedît ku li Qubînê buroya hilbijartinê veke. Ev yek nîşan dide ku hêviya AKP'ê qet ji Êlihê nemaye. AKP ku beriya salekê li navçeyê partiya desthilatdariyê bû, hewceyî pê nedît ku alên partiya xwe jî li navçeyê daliqîne. Şêniyên navçeyê ev rewş ji ANF'ê re vegotin.

FÎKRÎ BÎKÇER: Bi dîtina min AKP partiya herî profesyonel a siyasî ya Tirkiyeyê ye. 3 caran ji bo desthilatdariya xwe biparêze bi hestên Kurdan lîst û tevî ku gelek caran Kurd xapan jî dîsa ew îqna kir. Di vê mijarê de AKP'ê pîroz dikim. Weke şêniyên Qubînê me çiqasî rabûya bigota AKP'ê û Erdogan ji dil Kurdan red dike, me nekarî kesî îqna bikin. Lê belê AKP'ê bi xwe Kurd îqna kir. Serokkomarê vî welatî yê nekarî xwe li berxwedana destanî ya Kobanê rabigire, bi awayekî vekirî got, 'Ez dostê dijminê Kurdan im'. Şukur ji Xwedayê mezin re tevahiya cîhan li pêşberî lehengiya li Kobanê bi rêzdarî bejna xwe tewand, ji ber ku têkoşîna mirovahiyê hat meşandin. Lê AKP'ê, dema zarokên vî welatî li wir dihat qetilkirin, destê xwe difirkand. Gelo gelê Qubînê eşqiyayên AKP'ê yên avahiyên HDP'ê dişewitîne nabîne? Gelê Qubînê wê di 7'ê Hezîranê de li ser ruhê AKP'ê Fatîhayê bixwîne.

REMZÎ GONEÇ: Niha Kurd wê çima deng bide AKP'ê? AKP'ê ji bilî girtin û mirinê çi daye Kurdistanê. Kobanê û Şengal li pêş çavan e. Her Kurdekî vê nebîne ya kor e yan jî di nava delaletê de ye. Eger em ji Qubînê mînakê bidin, wê HDP ji sedî 85 ê dengan bi dest bixe. AKP li Qubînê beriya salekê partiya li desthilatdariyê bû lê niha buroyeke hilbijartinê jî venekir. Em gazinan nakin ku çim buroyê venake, em dibêjin xwezî bi temamî ji vê erdnîgariyê koç bike. Ya rast di destê wan de ti arguman nemaye, eger tiştek hebûya wê ji bo xapandina gel, kolanên Qubînê bi alan dagirtibûya. Lê belê li vî bajarî aleke bi tenê ya AKP'ê jî daneliqandine. Bawer bikin êdî haya Kurdan ji her tiştî heye. Civaka herî polîtîk a Rojhilata Navîn Kurd e.

ABDULKADÎR ARAS: Weke gelê Qubînê dengê me vê carê wê bi awayekî topyekûn ji HDP'ê re biçe. Bila gumana kesî ji vê nebe. Kurdan di berxwedana Kobanê, di parastina Şengalê de nîşan dan ku parêzvanên tevahiya mirovahiyê ne. Armanca me ew e ku di vê hilbijartinê de em tabelayên AKP'ê ji wan re bişîne. Êdî polîtîkaya wan a Misilmantiyê bi kêr nayê. Gel ji xwe Misilman e. Gelo kî bi AKP'ê re bûye Misilman? Li Rojhilata Navîn yekane gelê Kurd li gorî berprisyariya Îslamiyetê, li gorî Peymana Medîneyê tevdigere gelê Kurd e.

ADEM ÇÎFTÇÎ: Bê nîqaş em ê dengê xwe bidin HDP'ê. Mirovên li vê erdnîgariyê dijîn divê êdî dengê xwe nedin yên wan înkar dikin. Li vir bi tenê hêza desthilatdariyê hebû, lê belê piştî ku hikûmeta AKP'ê hemû derfetên xwe ji bo çeteyên DAIŞ'ê yên êrîşî Kobanê kirin seferber kir, di nava gel de êdî weke dijminê kurdan tê dîtin, weke dijminê mirovahiyê tê dîtin. AKP di hilbijartinên herêmî de li vir desthilatdar bû lê êdî şopa AKP'ê jî li Qubînê nîne.

Güncelleme Tarihi: 04 Mayıs 2015, 18:03
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER