Alîkarî li 750 malbatên gundên Kobanê hate belavkirin

Meclîsa Gel a gundê Til Xezalê ya Kantona Kobanê alîkarî li 750 malbatên gund û gundên derdora wê belav kir.

Alîkarî li 750 malbatên gundên Kobanê hate belavkirin

Di çarçoveya alîkariya bi welatiyên herêma Kobanê re, Meclîsa Gel a gundê Til Xezalê alîkariyên ku ji Bakurê Kurdistanê hatibûn şandin, li 750 malbatên gundên derdora wê belav kir.

Alîkariya ku hatiye belavkirin ji “Birinc, savar, zeyt, şekir û hin pêdiviyên jiyanî yên din.” Pêk dihat.

Derbarê mijarê de Berpirsyarê Komîteya Belavkirina Alîkariyê Elî Osman diyar kir ku wan alîkarî li gorî hejmara endamên malbatan, belav kirine û dê bi hemû hêza xwe alîkariya bi welatiyan re li gorî derfetan bidomînin.

Güncelleme Tarihi: 06 Nisan 2015, 09:53
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER