Berxwedêrên Kobanê hatin silavkirin

Bi pêngava azadkirina gundên Kobanê re nobedarên berxwedanê yên li gundên ser sînorê Kobanê-Pirsûsê belav bûn, di roja 145. de berxwedêrên Kobanê silav kirin.

Berxwedêrên Kobanê hatin silavkirin
Bi pêngava azadkirina gundên Kobanê re nobedarên berxwedanê yên li gundên ser sînorê Kobanê-Pirsûsê belav bûn, di roja 145. de berxwedêrên Kobanê silav kirin.


Berxwedana mezin a nêzî 5 meh in li dijî hewldanên dagirkeriyê yên DAIŞ'ê destpê kir, bi operasyonên azadkirina gundan dewam dike. Li dû azadkirina navenda bajarê Kobanê, di encama operasyonên paqijkirinê yên li her sê eniyan de, heta niha bi dehan gund hatin azadkirin. Çalakgerên Nobedê yên li gundên ser sînor ên Pirsûsê jî bi çalakiyan berxwedêr silav kirin. Bi sedan nobedarên ser xetê yên li gundê Elîzer hatin cem hev û li pêşberî gundê Elîşar ê Kobanê ku ala YPG û TEV-DEM'ê lê li ba ye, xeleke ji mirovan çêkirin. Nobedaran bi dirûşman berxwedêrên Kobanê silav kirin.

Li gundên Miseynter û Mehserê jî, di çalakiya zincîra ji mirovan de xwendekarên endamên DODEF, biyaniyên ji bo destekkirina berxwedanê ji derveyî welat hatine, şêniyên gundan û Kobaniyên ji neçarî koç kirine amade bûn. Bi sedan welatiyan berê xwe dan Kobanê, bejna xwe tewandin û pêngava azadkirinê silav kirin.

Li aliyê din li pêşberî gundên Qeremox û Kosik ên Kobanê ku operasyon lê dewam dike, bi sedan kes operasyonê dişopînin û ji bo pêşî li reva çeteyan a ber bi serxetê ve bigirin, nobedê digirin.

Güncelleme Tarihi: 06 Şubat 2015, 12:56
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER