Ji Misrê êrîşa hewayî: 27 milîtanên Îslamî hatin kuştin

Helîkopterên artêşa Misrê li nîvgirava Sîna ya li bakurê welêt li hember komeke Îslamî êrîş pêk anî.

Ji Misrê êrîşa hewayî: 27 milîtanên Îslamî hatin kuştin
Helîkopterên artêşa Misrê li nîvgirava Sîna ya li bakurê welêt li hember komeke Îslamî êrîş pêk anî.


Li gor çavkaniyên ewlekariyê yên Misrê helîkopterên Apache li hember şervanên Eyaleta Sîna êrîşa bi fûzeyan pêk anî. Hat ragihandin ku di encama van êrîşan de 27 milîtanên Îslamî mirine.

Şervanên Eyaleta Sîna ku navê wan ê berê  Ensar Beyt El Makdis bê, sonda girêdana bi DAIŞ’a li hember mirovatiyê sûcên hovana dike xwaribûn.

Koma El Makdis, êrîşên hemwext ên di meha Çileyê de li hember hêzên ewlekariyê yên li Sîna girtibû ser xwe. Di êrîşan de zêdetirî 30 endamên ewlekariyê miribûn.

Güncelleme Tarihi: 06 Şubat 2015, 22:48
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER