Pêla binçavkirin û girtinan didome

Li navçeya Xîzan a Bedlîsê 2 kes hatin binçavkirin. Li Colemêrgê jî kesek hat girtin.

Pêla binçavkirin û girtinan didome
Li Xîzanê 2 kesên ku li hemberî polîsên kontrola nasnameyan dikirin derketin hatin binçavkirin, li Geverê jî ji 5 kesên hatin binçavkirin 2 kes hatin girtin.


Li navçeya Xîzanê ya Bedlîsê li Parka Feqiyê Teyran welatiyên bi navê Gokhan Tuz û Ozcan Kaplan li hemberî polîsên ku kontrola nasnameyan derketin hatin binçavkirin. WElatiyên ku hatin binçavkirin birin Qereqola Polîsan a Navçeyê.

LI GEVERÊ 2 KES HATIN GIRTIN

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji 5 kesên di encama serdegirtinên malan de hatin binçavkirin xebatkarê TUHAD-FED’ê Azîz Sevmî û Îrfan Kina bi îdiaya “gumana suc a zêde heye” û “endamê rêxistinê ne” hatin girtin. J.O. jî serbest hate berdan. Sevmîş û Kina birin GirTîgeha Colemêrgê.

Li aliyê din Îsmet Şen û welatiyê ku navê wî nehat zanîn ên di bin çavan de ne j îli bendê ye sibehê derxînin dozgeriyê.

7 kesên hatin binçavkirin serbest berdan

Li navçeya Xîzan û gundên wê serê sibehê kesên di encama serdegirtinên polîs û tîmên taybet ve bi îdiaya beşdarî çalakiyên Kobanê bûne hatin binçavkirin berbest hatin berdan. Welatiyên bi navê Muharrem Tuna, Yilmaz Oge, Cuneyt Kurt, Ferhat Sonmez, Kerem Yildiz û O.T. (16) û M.A. (16) piştî karên dozgeriyê derxistin 2’yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Bedlîsê û dadgehê 7 kes serbest berda.

Güncelleme Tarihi: 06 Şubat 2015, 23:01
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER