Cenazeyê şervanê YPG’ê bi girseyî hate oxirkirin

Cenazeyê şervanê YPG’ê Derwêş Reşad (Êrîş Zap) ku di berxwedana Til Temir de jiyana xwe ji dest dabû, li Qamişlo bi awayekî girseyî û dirûşmeyan hate definkirin.

Cenazeyê şervanê YPG’ê bi girseyî hate oxirkirin

Cenazeyê şervanê YPG’ê Derwêş Reşad (Êrîş Zap) ku di 31’ê Adara 2015’an de di şerê Til Temîr ê bi çeteyên DAIŞ’ê re de jiyana xwe li dest dabû, îro saet di 16.00’an ji Mala Gel a taxa Enteriyê ji aliyê sedan kesan ve hate wergirtin. Girseya gel cenazeye Reşat ji vir li ser milan heta Goristana Şehîd Delîl Sarûxan bi meşê bir.QAM-MERASIMA-KENAL-ERIS-YPG-4

Di meşê de bênavber diruşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana YPG’ê” hatin berzkirin. Her wiha  alên YPG, YPJ, TEV-DEM û Yekîtiya Star û wêneyên şervanên YPG’ê yên ku jiyana xwe li dest dabûn hatin vekirin.

Piştî ku girse gihîşt goristanê merasîm hate lidarxistin. Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl jî amade bûn.

Hevserokê Meclîsa Gel a bajarê Qamişlo Feyruşe Remedan di merasîmê de axivî û diyar kir îro bi saya van şehîdan ew dikarin bi hêsanî jiyan bikin. Remezan da zanîn ku ew tu carî li  hemberî êrîşan serê na tewînin û soza şopandina rêya cangoriyan da.QAM-MERASIMA-KENAL-ERIS-YPG-1

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan jî Şehnaz Emîn axivî û got ku ew ê heya dilopa xwîna xwe ya dawî şopdarên cangoriyên azadiyê bin.

Piştî axaftinan nasnameya şervanên YPG’ê Derwêş Reşad hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Li ser navê malbata Derwêş Reşad xalê wî Beşîr Çolê axivî û diyar kir ku ew bi zarokên xwe serbilind in.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şervanê YPG’ê Derwêş Reşad bi diruşme û tîlîliyan spartên axê.

Di merasîmêde hera wiha nasnameya şervanê YPG’ê Xidir Emîn (Kendal Zagros) yê ku di 12’ê Adara 2015’an di şerê Til Temir de jiyana xwe ji dest dabû hate eşkerekirin. / ANHA

Güncelleme Tarihi: 02 Nisan 2015, 10:14
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER