Cenazeyê Umît Yalçin hat veşartin

Cenazeyê Umît Yalçin ê li Parîsê di vegera ji pîrozbahiya Newrozê de di binê trenê de ma û jiyana xwe ji dest da, bi dirûşmên "Şehîd Namirin" hat veşartin.

Cenazeyê Umît Yalçin hat veşartin
Cenazeyê Umît Yalçin ê li Parîsê di vegera ji pîrozbahiya Newrozê de di binê trenê de ma û jiyana xwe ji dest da, bi dirûşmên "Şehîd Namirin" hat veşartin.


Cenazeyê ciwanê Kurd Umît Yalçin ê li Parîsê piştî pîrozbahiya Newrozê li gara Champigny di binê trenê de ma û jiyana xwe ji dest da, bi balafirê anîn Mûşê. Cenaze, Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk, Hevşaredarê Gimgimê Sabîte Ekîncî û Huseyîn Guneş, rêveberên DBP û HDP'ê yên Mûş û Gimgimê jî di nav de ji aliyê gelek kesan ve li Balafirgeha Mûşê hat pêşwazîkirin û bi konvoyeke ji wesayîtan birin gundê Viranç ê Gimgimê. Darbesta cenazeyê Yalçin ku bi alên KCK û PKK'ê hat pêçandin, bi dirûşma "Şehîd Namirin" anîn goristana gund. Li dû deqeyeke rêzgirtinê cenaze hat veşartin.

Girseya gel piştre derbasî mala serxweşiyê ya li gund bû û ji malbatê re sersaxî xwest.

Güncelleme Tarihi: 30 Mart 2015, 12:57
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER