Cenazeyên 2 şervanên YPG’ê li Bakur hatin definkirin

Cenazeyên şervanên YPG’ê Mazlum Aşkan (Canser Cempîrî) û Îsmaîl Oktay (Rênas Şoreşger) ên di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan, ji hêla deh hezaran kesî ve hatin definkirin.

Cenazeyên 2 şervanên YPG’ê li Bakur hatin definkirin
 Cenazeyên şervanên YPG’ê Mazlum Aşkan (Canser Cempîrî) û Îsmaîl Oktay (Rênas Şoreşger) ên di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan, ji hêla deh hezaran kesî ve hatin definkirin.


Şervanên YPG’ê Mazlum Aşkan (Canser Cempîrî) û Îsmaîl Oktay (Rênas Şoreşger) di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên Aşkan û Oktay di seatên serê sibê de ji Amedê birin Wanê. Cenazeyên şervanan di ketina navçeya Gevaşa Wanê de ji hêla sedan wesayîtan ve hatin pêşwazîkirin û ber bi Wanê ve bi rê ketin. Li Duryana Beşyolê ya Karşiyakayê ji hêla hezaran ve bi nîşaneyên serkeftinê, tilîliyan û berzkirina dirûşma “Şehîd namirin” pêşwazî kirin. Welatî cenazeyên şervanan wergirtin û ber bi Goristana Yenîmahaleyê ve dest bi meşê kirin. Meş her ku çû hejmara welatiyan zêde bû û gihîşt deh hezaran kesî. Welatiyan di meşê de posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, wêneyên cangoriyan, alên PKK û KCK’ê hatin hilgirtin û dirûşmên “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” û Ciwan fedayiyê Rêber Apo ne” berz kirin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamuran Yuksek, Parlamenterê HDP’ê Ozdal Uçer, namzetên HDP’ê yên Wanê Lezgîn Botan, Tuba Hezer, hevşaredarên Wanê û bi deh hezaran welatî tevlî merasîmê bûn.

Cenazeyên cangoriyan bi xwendina duayan û rêzgirtina ji bo têkoşerên azadiyê hatin definkirin. Di merasîmê de Serokê MEYADER’ê yê Wanê Îbrahîm Alkan axivî û diyar kir ku ciwan ji bo azadiya vî gelî li Kobanê jiyana xwe ji dest didin û wiha got: “Tenê daxwaziyek şehîdan heye ew jî xwedîderketina têkoşîna azadiyê ye.”

Namzetê HDP’ê Lezgîn Botan jî di merasîmê de axivî û got ku cenazeyên şehîdan rastiya gelê kurd û Kurdistanê radixe ber çavan û wiha pê de çû: “Azadî bi saya cangoriyan pêkan e. Şehîdên Kurdistan û Kobanê şehîdên mirovahiyê ne. Ji bo gelan û dinyayê azadî dê bi ser bikeve.”

Bavê Aşkan Osman Aşkan jî got ku kurê wî ji bo şeref û namûsa gelê kurd canê xwe feda kiriye û anî ziman ku divê xwedî têkoşîna wan derkevin. Apê Oktay jî Fahît Oktay jî got ku divê tu kes ev têkoşîna li dijî neyarên gelê kurd tê meşandin tenê nehêle.

Piştî axaftinan kulîlk danîn ser gorên Aşkan û Oktay. Welatiyên ji gorsitanê derketin çûn konê sersaxiyê.

Güncelleme Tarihi: 24 Nisan 2015, 09:27
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER