Cenazeyên 3 cangoriyên azadiyê tên oxirkirin

Cenazeyên şervanên YPG/YPJ’ê (Şekir Simko û Şemal Şaho) yên ku di berxwedana Til Temir de jiyana xwe ji dest dane û (Aydil Osê) yê ku di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest daye, ber bi goristanê ve derketin rê.

Bi sedan welatiyên bajarên Dêrikê, Girgê Legê, herêmên Beravê û Koçerata, nûnerên TEV-DEM’ê û endamêm Saziyên Civaka Sivîl bi armanca wergirtina cenazeyên şervanan li pêşiya Nexweşxaneya Dêrikê kom bûn.

Welatiyên ku kom bûn al û sembolên kurdî û wênyên têkoşeran û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtibûn.

Piştî ku girseya gel cenaze wergirtin bi karwanekî wesayitan di nava tilîlî û durişmeyan de ber bi goristana Xebat Dêrik ve derketin rê.

Dê cenazeyên têkoşeran li goristanê bi merasîmekê bên definkirin.

Güncelleme Tarihi: 06 Nisan 2015, 09:50
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER