Cenazeyên 3 şervanên YPG’ê spartin axê

Cenazeyên 3 şervanên YPG’ê yên 4’ê gulanê di berxwedna Til Temir de jiyana xwe ji dest dan spartin axê.

Cenazeyên 3 şervanên YPG’ê spartin axê

Şêniyên welatiyên Hesekê û gundên girêdayî wê cenazeyên şervanên YPG’ê Sitim El-Ebdela (Nûman Heseke), Rênas Humêdî (Çekdar Rojava) Roham Memmo (Dijwar Heseke) ên 4’ê gulanê di berxwedana gundê  Xerîta ya di navbera Hesekê û Til Temir de jiyana xwe jidest dane ji Saziya Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi kerwanekî tirmpêlan ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ya Hesekê derxistin rê.

2015-5-5.HSK.MERASIME.OXIRKIRINA.4 ‫(403548727)‬ ‫‬

Girseya ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û şervanên YPG’ê vekiribûn û alên YPG, YPJ û TEV-DEM’ê vekiribûn û bê navbera diurşme davêtin, li riya ketina goristanê cenaze li ser milan kirin û heta goristanê meşiyan. Li goristanê merasîm hate lidarxistin.

2015-5-5.HSK.MERASIME.OXIRKIRINA.4 ‫(403548729)‬ ‫‬

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Ezîz Dawê axivî soza da ku dê heta dawiyê li ser riya cangoriyên azadiyê bimeşe. Li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Endamê Dîwana Melcîsa Zagonsaz  Ekrem Mehşûş axivî û got: ˮ Di destpêkê de rehet li şehîdên biratiya gela bin. Van şehîdên me careke din tekez kirin ku kantona Cezîrê bi hemû pêkhateyên xwe yek destin. Di şerê azadiyê de xwîna kurd, ereb û suryaniyan ketiye nava hev. Di merasîmê van qehremanan de ku yek ji wan ji pêkhateyên erebe gotinên min îsbat dike û yekîtiya kanotna Cizîrê jiyan dike, eşkere dike.ˮ

Mehşûş, di berdewama axaftina xwe de bang li ciwanên ereb kir ku tevlî nav a refên YPG’ê bibin û ev tiş anî ser ziman: ˮPêwîste ciwanên ereb tevlî YPG’ê bibin. Gerek seferberiya erebî li dijî çeteyên DAIŞ’ê û hewldanên wan a li dijî biratiya gelan bê ilankirin.ˮ

2015-5-5.HSK.MERASIME.OXIRKIRINA.4 ‫(403548728)‬ ‫‬

Li ser navê TEV-DEM’ê jî endamê Rêveber ê TEV-DEM’ê Ebduselam Ehmed axivî û berxwedana şêniyên Hesekê û tevahiya herêmê ya li dijî çeteyan û di serî de berxwedana hêzên YPG’ê pîroz kir. Ehmed, da zanîn ku çiqayîsî êrîşên çeteyan dijwar jî bin, hêza YPG û YPJ’ê bersiv didin û herêmê bi tevahî diparêzin.

2015-5-5.HSK.MERASIME.OXIRKIRINA.4 ‫(403548730)‬ ‫‬

Li ser navê Yekîtiya Star Yisra Ilyas axivî û bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku tevlî nava berxwedana hêzên YPG û YPJ’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê bibin. Ilyas, destnîşan kir ku bi berxwedana YPG’ê û hêzên hevbeş êrîşên çeteyan yên li TIl Temir û Serêkaniyê têk diçin û gelê herêmê bi ser dikeve.

2015-5-5.HSK.MERASIME.OXIRKIRINA.4 ‫(403548740)‬ ‫‬

Piştî axaftinan sicîlê şervanan hate xwendin û wesîqeyên şehadetê radestî malbatan hatin kirin. Li ser navê malbatan jî axaftin hatin kirin û soza şopandina riya cangoriyan hate dayîn.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên şervanan bi tiîlî û diruşmeyan spartin axê.

Güncelleme Tarihi: 05 Mayıs 2015, 16:26
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER