Jinan komîneke din ava kirin

Rêxistina Yekîtiya Star komîna jinan a taxa Rojava ya bajarê Tirbespiyê ku şêniyên wê kurd û erebin bi civînekê, ava kir.

Jinan komîneke din ava kirin

Rêxistina Yekîtiya Star civînek bi beşdarbûna dehan jinên taxa Rojava ya bajarê Tirbespiyê ku şêniyên wê ji pêkhateyên kurd û ereb pêk tên lidar xist. Di civînê de Endama Yekîtiya Star Zelal Zagros axivî û bal kişand ser girîngiya rola komînan di pêşxistina civakê û got ku komîn bingeha civakê ye. Zagros destnîşan kir di riya komînan re hemû ferdên civakê dikarin rola xwe ya pêşeng di nava civakê de bigirin û ev tişt got: ˮJin di riya komînên xwe re dikarin rêxistina xwe pêş bixin û hemû civakê jî bi rê ve bibin. Bi komînan dikarin xwe ji zihiniyet û desthildariye rizgar bike û mafê xwe bi dest bixin.ˮ

Piştî axaftinê 3 jinan xwe ji bo rêveberiya komînê destnîşan kirin û Valîntîna Xelîl wekî Seroka Komînê hate hilbijartin, her wiha Besna Yûsif Û Efra Husên ên ji pêkhateyên ereb wekî cîgirên wê hatin hilbijartin.

Güncelleme Tarihi: 05 Mayıs 2015, 16:31
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER