Cenazeyên fermandarekî û şervanekî YPG’ê derbasî Bakur hatin kirin

Cenzeyên yek ji fermadarên YPG’ yê Serêkaniyê Ilham Guzler (Şoreş Xins) û şervanê YPG’ê Mistefa Qerjdax (Rustem Amed) yên di encama qezayekê de jiyana xwe jidest dan, derbasî Bakurê kurdistnaê hatin kirin.

Cenazeyên fermandarekî û şervanekî YPG’ê derbasî Bakur hatin kirin

Cenzeyên yek ji fermadarên YPG’ yê Serêkaniyê Ilham Guzler (Şoreş Xins) û şervanê YPG’ê Mistefa Qerjdax (Rustem Amed) yên di 17’ê nîsanê de dema ser erka xwe ya parstinê li bajarê Serêkaniyê qeza kirin û jiyana xwe jidest dane, ji aliyê sedan kesî ve ji Saziya Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê hatin wergirtin. Li vir ji aliyê endamên Hêza Erka Xweparstinê ve turina leşkerî hate lidarxistin. Paşê Endamê Têkilî û Rêxistinkirinê yê YPG’ê Husên Koçer axivî û da zanîn ku hêznê YPG’ê dê heta dawî şopdarê riya cangoriyên xwe. Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Merdiya Xelef axivî û diyar kir ku gelê kurd bi keda şervanên xwe îro azad dibe. Bavê Fermandarê YPG’ê yê Serêkaniyê Ilhamî Guzler bi riya telîfonê ji beşaran re axivî, di serî de berxwedana Rojava silav kir û got ku kurê wî kurê hemû gelê Kurdistanê ye.

Piştî axaftinan girseya qelebalix ku alên YPG, YPJ’ê vekiribûn û bê navber diurşme davêtin cenazeyên şervanan li tirmpêlan kirin û bi kerwanekî tirmpêlan ber bi deriyê sînor ê Dirbêsiyê (Şanyor) ve meşiyan.

Li vir cenazeyên herdû tekoşeran radestî malbatên wan û sedan welatiyên Bakurê Kurdistanê yên li sînor kom bibûn hatin kirin.

Güncelleme Tarihi: 22 Nisan 2015, 17:34
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER