'Êdî bes e, em dixwazin Ocalan azad bibe'

Ji Semsûrê ber bi Amara ve meşa 'Ji Rêbertiyê re Azadî' destpê kir. Kurdistanî bi dirûşma "Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo" diçin Amara.

'Êdî bes e, em dixwazin Ocalan azad bibe'

Ji Semsûrê ber bi Amara ve meşa 'Ji Rêbertiyê re Azadî' destpê kir. Kurdistanî bi dirûşma "Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo" diçin

Amara.

Meşa bi şiyara "Ji Rêbertiyê re Azadî" ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Rihayê ber bi Amara ve ji aliyê bi sedan kesî ve hat destpêkirin, danê sibehê ji nû ve destpê kir. Meşvanan ku şeva xwe li mala Kurdistaniyên li taxa Elîgor a navçeya Pirsûsê derbas kirin, danê sibehê li ber mala sersaxiyê civiyan. Tevî baran û hewa sar jî, girseya gel govend gerand û ji aliyê dikandaran, xwendekar û xebatkaran ve ber bi Amara ve hatin oxirkirin. Meşvanên ku bi dirûşma "Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo" ber bi Amara ve dimeşin, wê îşev li gundê Almaşar ê Bêrecûkê bin.

Ji Semsûrê jî bi pêşengiya HDP, DBP û KJA'ê meşa ber bi Amara ve destpê kir. Bi sedan kesên li ber avahiya DBP'ê ya bajêr civiyan, tîşortê ji wêneyê Ocalan li xwe kirin û pankarta bi nivîas "Semsûr ber bi Rêberê xwe ve dimeşe" vekirin. Hevseroka HDP'ê ya Semsûrê Fahriye Akbaba der barê meşê de daxuyaniyeke kurt da û diyar kir ku ew bi şiyara "Ji Ocalan, girtiyên siyasî û Kurdistanê re azadî" ber bi Amara ve dimeşin. Akbaba got, "Êdî bes e, em dixwazin Ocalan azad bibe."

Bi sedan kesên bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo" heta xaçerêya Rihayê meşiyan, wê li vê derê rêwiyên Amara bi rê bikin. Meşvanên Amara piştî ku Bendava Ataturk derbas kirin, wê berê xwe bidin bajarokê Goganê. Meşvan wê di 3'ê Nîsanê de beşdarî çalakiyên li Xelfetiyê bibin û piştre di 4'ê Nîsanê de li Amara bin.

Baskê sêyemîn ê meşê jî wê ji Dîlokê di 3'ê Nîsanê de bikeve ser rê. Baskê Dîlokê wê li tesîsên Bîrecîk Kelaynakê bi baskê meşê yê Rihayê re bibe yek û berê xwe bide Amara.

Güncelleme Tarihi: 01 Nisan 2015, 16:16
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER