Li Wanê jin li dijî şîdetê dadikevin kolanan

Li dijî cînayet û êrîşên li hemberî jinan ên di demên dawî de zêde bûne, jinên li Wanê bi dirûşma "Jin jiyanê birêxistin dike, civaka exlaqî û polîtîk ava dike" wê tevahiya mehekê dakevin kolanan.

Li Wanê jin li dijî şîdetê dadikevin kolanan
Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Bajarê Wanê Hamiyet Şahîn bang li hemû jinan kir, ku beşdarî çalakiyên "Jin jiyanê birêxistind ike, civaka exlaqî û polîtîk ava dike" ên li dijî êrîşên li hemberî jinan bibin, ku wê mehekê dewam bikin.


Li dijî cînayet û êrîşên li hemberî jinê yên di demên dawî de zêde bûne, jinên li Wan bi dirûşma "Jin jiyanê birêxistind ike, civaka exlaqî û polîtîk ava dike" wê tevahiya mehekê dakevin kolanan. Der barê çalakiyên bi pêşengiya DBP, HDP, KESK; Dayikên Aştiyê, KJA, TUYADER, MEYADER, GOÇDER, EMEK, MALPER, Navenda Jiyanê ya Rojîn a Jinê, DÎK, Rêveberiyên Herêmî û KCD'ê tên lidarxistin de li avahiya DBP'ê ya Bajarê Wanê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Di civînê de Hevseroka DBP'ê ya Bajarê Wanê Hamiyet Şahîn, Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Wanê Parêzer Derya Hayva, nûnerên saziyên jinan û rêxistinên civakî yên sivîl amade bûn.

Şahîn daxuyaniya çapemeniyê xwend û destnîşan kir ku jin li dijî her şêwe zext û zordariya li bedena jinê tê kirin jiyaneke alternatîf birêxistin dikin û got, "Têkoşîn û rêxistinbûyîna me ya li şûn li şûna mirinê jiyan, li şûna koledarî, tenêtî û neçaretiyê azadî, roj bi roj bi mewziyên nû re vediguhere dînamîkên nû û mezin dibe. Jinên ku nirxên roja îro yên civakî ava kirin, van nirxan hem diparêzin hem jî mezin dikin. Bi hemû tecrûbeyên xwe re em bi biryar in ku civakeke exlaqî û polîtîk ava bikin."

"EM Ê JIYANEKE ALTERNATÎF AVA BIKIN"

Şahîn da xuyakirin ku asta têkoşîna wan gihaştiye xeleke ji kevneşopiya berxwedana vê xakê ye û got, "Li hemberî dewlet û sîstema wê, em ê jiyaneke alternatîf ava bikin û vê îspat bikin. Em dizanin ku rêya yekane ya beralîkirina şîdeta li hemberî jinê rêxistinbûyîn e. Em destnîşan dikin ku em ê jineke bi tenê ya dûrî rêxistinbûyînê nehêlin û em ê têkoşînê bilind bikin. Bi ruhê seferberiy^re em ê li gund, kolan û taxan bin."

"MEHEKÊ EM Ê LI MEYDANAN BIN"

Şahîn der barê kampanya xwe ya çalakiyan a mehekê de jî ev agahî da: "Di 6-12'ê Nîsanê de li Tûşba, Artemêtan, Îpekyolû, di 13'ê Nîsanê de li Parka Feqiyê Teyran a li navenda Wanê wê daxuyaniya çapemeniyê were dayîn. Di 14-19'ê Nîsanê de li Ebex, di 20-26'ê Nîsanê de li Bêgir, di 27'ê Nîsan-3'ê Gulanê de li Qelqeliyê em ê li qadan bin."

Güncelleme Tarihi: 01 Nisan 2015, 16:25
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER