Daxwaza azadiyê ya jinan bersiva xwe dibîne

Meşa jinên di pêşengiya TJKE de ber bi azadiya Ocalan ve dimeşin, di roja 8. de didome. Şaredarê Selestat ê di roja heştemîn de çalakvan ziyaret kir, çalakiya jinan silav kir û got ku ji bo piştgiriya ji Şoreşa Rojava re wê bixebite.

Meşa jinan a bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî û bi daxwaza, ‘Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re azadî” 4’ê Sibatê ji Bern ber bi Strasbourg destpê kir, bi coş didome.  Jinan meşa xwe ya azadiyê danê sibehê ji ber gara tenê ya navendî ya Selestat berdewam kirin. Dirûşmên azadiyê yên jinan ku ji danê sibehê ve li navenda Selestat, gund û derdora wê deng vedidin, Şaredarê Selestat Marcel Bauer çalakiya jinan silav kir. Şaredar piştî hevdîtineke kurt a bi çalakvanan re li ser navê jinan komek nûner qebûl kir.

Li ser navê PYD’ê Devlet Bekir, li ser navê FEDA Rojda Yildirim û li ser navê Tevgera Jinan a Kurd Nûrsel Kiliç, têkildarî wate û armanca meşa xwe agahî dan, şaredar. Jinan paşê bal kişandin ser berxwedana Rojava.

Jinan bi taybet ji bo jinûve avakirina Kobanê alîkarî xwestin. Şaredar Bauer daxwazên jinan erênî pêşwazî kir.

Ligel hevdîtina hat kirin, biryardarî û coşa jinan a di meşê de ku wek roja yekemîn e, dirûşmên azadiyê li navenda bajêr deng vedidin.

Jin piştî meşa 30 kîlometre wê bigihêjin bajarê Erstein ê Fransa û etaba 8. a meşê temam bikin.

Güncelleme Tarihi: 11 Şubat 2015, 20:38
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER