Dayikên Şemiyê: Bila kujerên Mehmet Şen bên cezakirin

Dayikên Şemiyê ku çalakiya xwe di 522'emîn hefteyê de jî domandin, ve hefteyê aqubeta Mehmet Şen ê di 1994'an de ji aliyê JÎTEM'ê ve hatiye windakirin pirsîn û xwestin kujerên wî bên cezakirin.

Dayikên Şemiyê: Bila kujerên Mehmet Şen bên cezakirin
 Dayikên Şemiyê ku çalakiya xwe di 522'emîn hefteyê de jî domandin, ve hefteyê aqubeta Mehmet Şen ê di 1994'an de ji aliyê JÎTEM'ê ve hatiye windakirin pirsîn û xwestin kujerên wî bên cezakirin.


Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê ya Stenbolê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên ji aliyê dewletê ve hatine windakirin bipirsin çalakiya xwe ya 522'emîn li dar xist. Di çalakiyê de pankarta "Kujer diyar in winda li ku derê ne" hat vekirin û wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin.

Dayikan di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqubeta Mehmet Şen ê di 1994'an de ji aliyê JÎTEM'ê ve hatiye windakirin pirsîn û xwestin kujerên wî bên cezakirin. Di çalakiyê de her wiha xizmên windayan bertek nişanî "Pakêta ewlekariya hundir" dan û diyar kirin ku ji ber pakêtê di nava fikarê de ne.

Keça, Ahmet Kaya yê ku hatiye windakirin Emîne Kaya di çalakiya vê hefteyê de yekemîn mafê axaftinê girt. Kaya diyar kir ku ew her tim ji bo zelalkirina aqûbeta xizmên xwe di nava çalakiyê de bûne û got ku heta dilopa xwina xwe ya dawiyê wê têkoşina xwe bidomînin.

Hevsera windayê bi navê Fehmi Tosun, Hanim Tosun jî li ser pakêta ewlekariya hundir sekinî got ku ev pakêt wê rê li ber pêkanînên salên 90'î veke. Tosun diyar kir ku beriya pakêtê pêwîste dosyayên windayan bên zelalkirin û got ku bila ti kes li ser êşa wan xwe nede jiyan.

Piştre nameya hevsera Mehmet Şen ê di sala 1994'an de ji aliyê JÎTEM'ê ve hatiye windakirin Nuray Şen, hate xwendin. Şen, di nameya xwe ya ji Parîsê şandiye de ji Dayikên Şemiyê re got: "Dibe bedena min ji we dûr be, lê dilê min ê bi tije êş û xem bi we re lê dide"

Di çalakiyê de daxuyaniyê vê hefteyê ji aliyê Endama Komisyona Li Hemberî Windayan a Şaxa ÎHD ya Stenbolê Meryem Baz ve hate xwendin. Baz, xwest ku hemû astengiyên hiquqî yên rê li ber cezakirina kujeran digirin ji holê bên rakirin û wiha domand: "Mehmet Şen ê bavê 3 zarokan û 49 salî di DEP'ê de siyaset dimeşand. Ew di salên 90'î de ku tarîtiya Tansu Çîllerê ketibû ser welat, di 26’ê Adara 1994'an de li Bêrecûkê dema ji malê derdiket ji aliyê hin kesên ku xwe weke polîsan dan nîşandan hate binçavkirin. Piştî wê jî êdî ji wî ti agahî nehat girtin. Li ser hemû hewldanên DEP û ÎHD'ê aqûbeta Şen nehate diyarkirin. Lê piştî vê di 30'ê Adara 1994'an de kesekî ji Rojnameya Ozgur Gundem û DEP'ê re telefon vekiri û got ku cenazeyê Şen di morga Nexweşxaneya Dîlokê de ye."

Baz da xuyakirin ku li ser cenazeyê Şen gelek şopên îşkenceyê hatibûn dîtin û wiha axivî: "Derket holê ku Şen bi destê 'Yeşîl' bi alîkariya polîsên bi navê Ahmet û Sedat ve hatiye kuştin. Hevsera wî Nuray Şen ji ber pêkutiyên dewletê neçar ma ku derkeve derveyî welat."

Baz herî dawî bang li rayedaran kir ku kujerên Şen bên cezakirin û dawî li bêhiquqiya 21 salan were.

Güncelleme Tarihi: 28 Mart 2015, 23:47
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER