Cenazeyên 2 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin

Bi hezaran welatiyên Dirbêsiyê cenazeyên herdu şervanên YPG’ê û YPJ’ê Ebdilrehman Berkel û Sosin Diyar, oxir kirin.

Cenazeyên 2 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin

Bi sedan welatiyên bajarê Dirbêsiyê û gundên derdora wê, bi armanca wergirtina cenazeyên herdu têkoşer Heya Diyab (Sosin Diyar) a ku di 26’ê Adarê de di berxwedana Til Temirê de jiyana xwe ji dest da ye û Ebdilrehman Berkel (Ebdo) ê ku di 24’ê Adarê de li gundê Til Xenzîr ê Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da ye, li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê, li hev kom bûn.DIR-MERASIME-SEHID-SOSIN-U-EBDALREHMAN-1

Piştî ku cenaze ji aliyê welatiyan ve hat wergirtin, bi karwanekî ku ji sedan erebeyan pêk tê,  di nava tilîlî û durişmeyên dilsoziya bi cangoriyan re ber bi goristana Rûstem Cûdî ya gundê Berkevirê ve, derket rê.

Li goristanê jî merasîmek hat lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir.  Di merasîmê de Endamê  Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Ferhad Dêrik axivî û got ku şervanên YPG/YPJ’ê li hember êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên  li ser herêmên Rojava ku bipêkirina nirx p pîroziyan hevdef digrin, bi qehremaniyeke mezin şer dikin û li ber xwe didin.

Dêrik di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku piştî çeteyên DAIŞ’ê li hember berxwedan şervanên YPG/YPJ’ê  a li eniyên şer têk çûn, berê xwe dan welatiyên sivîl û li Hesekê komkujî pêk anîn.DIR-MERASIME-SEHID-SOSIN-U-EBDALREHMAN-2

Di merasîmê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan, malbata têkoşer Ebdo axaftin hatin kirin.  Di axaftinan de hate gotin ku bi saya xwîna têkoşeran gelek destkeftiyên dîrokî li Rojava hatin bidestxistin û soza şopandina riya têkoşeran hat dayîn.

Piştî axaftinan belgeyên şehadetê hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiya marasîmê de jî cenazeyên herdu têkoşeran di nava tilîlî û durişmeyan de hatin veşartin. / ANHA

Güncelleme Tarihi: 29 Mart 2015, 00:06
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER