DBP'ê li Amedê starta hilbijartinê da

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ku biryar da di hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê de bi HDP'ê re tevbigere, li Amedê starta hilbijartinê da.

DBP'ê li Amedê starta hilbijartinê da
 Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ku biryar da di hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê de bi HDP'ê re tevbigere, li Amedê starta hilbijartinê da. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek anî ziman ku ew ê ji niha û pê ve seferberiya rêxistinbûyînê bidin destpêkirin û mal bi mal bigerin û banga jiyana nû bikin.

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ku biryar da di hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê de bi HDP'ê re tevbigere, li Amedê starta hilbijartinê da. 

DBP bi tevlîbûna endamên komîsyonên hilbijartinê yên 5 herêman li avahiya DBP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê lidar xist. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek, endamên komîsyonên hilbijartinê, Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Amedê Gulşen Ozer û Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Amedê Hafîze Îpek tevlî civînê bûn.

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek diyar kir ku ji bo starta kampanyaya hilbijartinê bidin hatin cem hev û ji bilî vê civînê wê li Stenbol û Îzmîrê jî civînan lidar bixin. Yuksek anî ziman ku hilbijartin ji bo destpêkeke nû xwedî girîngiyekî mezin e û got: "Divê em Tirkiyeyê li ser rêgezên demokratîk ji nû ve saz bikin. Di dîroka komarê de di serî de Kurd û gelek pêkhateyên li Tirkiyeyê dijîn hatin tepisandin. Komareke yekpare hat afirandin."

"PARTIYA GUHERÎNÊ ÇÊBIKE, HDP YE"

Yuksek da zanîn ku di hilbijartinan de AKP dixwaze li Tirkiyeyê yekperestiyê çêbike lê HDP jî dixwaze bi tevlîbûna hemû derdorên tên tepisandin Tirkiyeyeke lê bê jiyîn biafirîne û wiha got: "Eger AKP bi tena serê xwe li Tirkiyeyê bê ser kar wê demokrasî û pêvajoya çareseriyê bikeve rîskê. Yekane rêya têkbirina vê yekê ew e ku HDP bendê derbas bike û bikeve Meclîsê. Eger Tirkiye dixwaze pêşî li hegemonyaya AKP'ê rejîma yekperest Erdoganîzmê bigire divê piştgiriyê bide HDP'ê. DBP, KCD, HDP, HDK û hemû pekhateyên piştgiriyê didin bi vê baweriyê hatine cem hev. Hemû hêz li derdora HDP'ê kom bûne û HDP'ê wek hêvî dibînin. Bi rastî jî hêvî HDP ye. Êdî tiştekî ku CHP ji bo demokrasiya Tirkiyeyê bike nema ye. Partiya ku veguherîneke demokratîk biafirîne tenê HDP ye."

Yuksek destnîşan kir ku hemû reng û cihêrengiyên Tirkiye û Kurdistanê di lîsteya HDP'ê de ye û bal kişand ser rêjeya namzetên jin ên HDP'ê û got ku di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê rêjeyeke nehatiye dîtin e. 

"EM Ê 'JIYANA NÛ' BIGIHÊJÎNIN HER MALÊ"

Yuksek anî ziman ku îsal di pêvajoya diyarkirina endaman de ti pevçûn derneketiye, bernamzetên ligel nehatine hilbijartin dîsa soza piştgiriyê dan pêwîstiya partiyîbûyînê bi cih anîn. 

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek anî ziman ku ew ê ji niha û pê ve seferberiya rêxistinbûyînê bidin destpêkirin û mal bi mal bigerin û banga jiyana nû bikin.

Piştre civîn ji çapemeniyê girtî berdewam kir.

Güncelleme Tarihi: 10 Nisan 2015, 19:04
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER