Di 3 mehên 2015'an de 3 hezar 711 binpêkirinên mafan

Şaxê ÎHD'ê yê Amedê, rapora binpêkirina mafên mirovan a 3 mehên destpêkê yên 2015'an a li Kurdistanê, aşkera kir.

Di 3 mehên 2015'an de 3 hezar 711 binpêkirinên mafan
 Şaxê ÎHD'ê yê Amedê, rapora binpêkirina mafên mirovan a 3 mehên destpêkê yên 2015'an a li Kurdistanê, aşkera kir. Di raporê de hat ragihandin ku li Bakurê Kurdistanê di nava 3 mehan de 7 hezar 711 caran mafên mirovan hatine binpêkirin.

Rapor li avahiya komeleyê ya li Amedê bi civîneke çapemeniyê ji raya giştî re hat aşkerakirin. Di civînê de Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD'ê û Serokê Komeleyê Şaxê Amedê Racî Bîlîcî, endamê Desteya Rêveberiya Navendî û Nûnerê Herêma Anatoliya Rojhilat-Başûrrojhilat ê ÎHD'ê Abdûlselam Înceoren, rêveberiya komeleyê ya Amedê Gulîstan Yalçindag Gencel, parêzer Mûhterem Suren û Emîn Ermîn amade bûn. Bîlîcî metna hatibû amadekirin xwend û diyar kir ku ev 2 sal in ji bo bidawîkirina pevçûnan pêvajoyek heye, lê belê ji ber israra desthilatdariya siyasî ya di neavêtina gavan de, pêşketin nîne.

Bîlîcî da zanîn ku enerjiya erênî ya bi destpêkirina pêvajoyê re li nava civakê derket holê, niha veguheriye reşbînî û pevçûnan û got, "Mîna bûyera serê salê ya li navçeya Şirnex Cizîrê û bûyera dawî ya li navçeya Agirî Giyadînê, bûyerên di nava du salan de qewimîn, mafên jiyanê yên hatin binpêkirin, samîmiyeta li ser pêvajoyê test kirine."

Bîlîcî da xuyakirin ku binpêkirina mafê jiyanê di sê mehên destpêkê yên sala 2015'an de kêm nebûne û bal kişand ser pakêta 'Ewlekariya Hundir' a ku bû qanûn. Bîlîcî destnîşan kir ku bi vê guhertina qanûnî ya erkeke berfireh dide polîsan re, ew bi fikarin ku binpêkirina mafên mirovan wê zêdetir bibe.

Bîlîcî diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hînê di nava şert û mercên tecrîdê de tê ragirtin û got, "Hem ji ber mafên xwe yên weke şexsekî, hem jî ji ber girîngiya xwe ya di pêvajoya çareseriyê de, divê dawî li mercên tecrîdkirina wî bê anîn."

Li dû axaftina Bîlîcî, endamê Desteya Rêveberiya Navendî û Nûnerê Herêma Anatoliya Rojhilat-Başûrrojhilat ê ÎHD'ê Abdûlselam Înceoren, daneyên raporê yên li ser binpêkirina mafan parve kir.

BÎLANÇOYA BINPÊKIRINAN

Li gorî vê yekê, hin ji binpêkirinên di raporê de cih girtine bi vî rengî ne:

"Yên ji aliyê polîs û jendermeyan ve hatin kuştin û birîndar kirin: 6 mirî, 6 birîndar

Yên ji aliyê cerdevanan ve hatin kuştin û birîndarkirin: 2 birîndar

Mirin/birîndarbûnên ji ber şaşitî û xemsariya fermî: 3 mirî, 1 birîndar

Întixara jinê: 13 întixar, 3 hewldan

Întixara zarokan: 11 xwekuştin

Mirina bi guman a polîs/leşker: 8 mirî, 1 birîndar

Yên hatin binçavkirin: 180 jê zarok 862 kes

Yên hatin girtin: 12 jê zarok 147 kes

Yên li îşkence û pêkanînên xerab rast hatin: 70

Destwerdana li bûyerên civakî: 27 birîndarkirin/lêdan

Yên ketin ber lêpirsîn doz û ceza xwarin: 288

Binpêkirinên li girtîgehan: 154

Binpêkirinên mafên civakî û aborî: 312

Bi giştî 3711 caran mafên mirovan hatine binpêkirin."

Güncelleme Tarihi: 17 Nisan 2015, 19:07
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER