Endamên komîteyên parastina cewherî perwerdeya leşkerî dibînin

Endamên komîteyên Parastina Cewherî yên devera Aliya a Girkê Legê perwerdeya leşkerî li ser çawaniya bikarnaîna çekê dibin.

Endamên komîteyên parastina cewherî perwerdeya leşkerî dibînin

Komîteyên parastina Cewherî yên Girkê Legê dewreyeke hînkirina bi karanîna çekan û xweparastinê organîze kir.

Dewere bi beşdariya 105 endamên Komîteyên parastinê yên komînên gundên devera Aliya ku ji wan 14 jin in, tê organîze kirin.  

Wê dewre 7 rojan bidome û têde wêneyên tewrîk û piratîk li ser çawaniya bikaranîna çekên sivik û rêgezên bingehîn ên parastin û xweparastinê werin dayîn.

Gelek endamên ku beşdarî dewereyê perwerdeyê bûne ji ANHA´ê re axivîn.

Mihabad Ebdulah diyar kir ku ew wek jin di komîteyên parastina Cewherî de ji bo axa xwe ji êrîşên biparêzin, fîrî bikaranîûna çekan dibin. Mihabad bang li tevahî welatiyan kir ku beşdarî dewreyên bi vî rengî bibin

Sûad Yûsif jî bang li tevahî welatiyên Rojava kir ku vegerin welatê xwe û cihê xwe di parastinê de bigirin.

Hisên Haco jî destnîşan kir ku ew ji bo xwe ji êrîşan biparêzin beşdarî perwerdeyê bûne û wiha got: ˝ Em beşdarî vê dewreyê bûne, ji bo ku  em xwe, axa xwe û gêlê xwe ji êrîşên biparêzin. Gelê Kurd bi hezar salan zilim jiyan kir. Lê bi saya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Oclan me dîrok û rastiya xwe nas kir. Em rê nadin ku dijminan ku cardin axa me dagir bikin.˝

Güncelleme Tarihi: 13 Nisan 2015, 13:47
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER