Gerîlayê HPG’ê yê li başurê Kerkûkê birîndar bibû, jiyan xwe ji dest da

Gerîlayên HPG’ê Armanc Kurd (Talîb Mehmûdî) ku hefteya borî li Kerkûkê di pevçûna bi DAIŞ’ê re birîndar bibû li Nexweşxaneya Kerkukê jiyana xwe ji dest da.

Gerîlayê HPG’ê yê li başurê Kerkûkê birîndar bibû, jiyan xwe ji dest da
Gerîlayê HPG’ê Armanc Kurd (Talîb Mehmûdî) ku hefteya borî li Kerkûkê di pevçûna bi DAIŞ’ê re birîndar bibû li Nexweşxaneya Kerkukê jiyana xwe ji dest da. Gerîlayên HPG’ê Armanc Kurd ku bi şev saet di 01.00’ê de jiyana xwe ji dest da, li leniya başur ya parastina Kerkûkê de di pevçûnan de birîndar bibû.


Gerîlayên HPG’ê Armanc Kurd ku di dema êrîşa Kerkukê de bi giranî birîndar bû, li nexweşxaneyê ligel hemû mudaxaleyên doktoran duh êvarê saet di 01.00’ê de şehîd ket.

Gerîla Armanc Kurd ji bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê bû û piştî êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî Kerkûkê dijwar bûn çibû herêmê.  Şehîd Armanc di rizgarkirina gundên di destê DAIŞ’ê de yên derdora Kerkukê de rola aktîf lîstibû.

Hat hînbûn ku wê cenazeyê şehîd Armanc wê di saetên nîvro de ji nexweşxaneya Kerkukê bê girtin û bibin Qendîlê û li wir jî wê li Şehîdgeha Şehîd Mehmet Karasungur bi merasîmek leşkerî bê definkirin.

Güncelleme Tarihi: 06 Şubat 2015, 11:13
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER