HDP'ê mirinên bi guman ên leşkeran ji hikûmetê pirsî

Parlamenterê HDP’ê Aksoy bal kişand ser mirinên bi guman ên leşkeran û bûyerên mirina leşkeran ên li Riha û Agiriyê bir meclisê.

HDP'ê mirinên bi guman ên leşkeran ji hikûmetê pirsî
 Parlamenterê HDP’ê Aksoy bal kişand ser mirinên bi guman ên leşkeran û bûyerên mirina leşkeran ên li Riha û Agiriyê bir meclisê. 

Parlamenterê Agiriyê Halîl Aksoy mirina bi guman a leşkeran ji Wezîrê Parastina Milî Îsmet Yilmaz pirsî.

Aksoy di pêşnûmepirsê de got ku li gorî daneyên wezaretê di navbera salên 1992-2012’an de 2221 di encama întîxarê de û tenê di sala 2014’an de 43 leşker bi mirinên guman jiyana xwe ji dest dane.

BALKIŞAND SER NAKOKIYAN

Aksoy got, "Wek tê zanîn di 10’ê Kanûna 2014’an de li Serêkaniya Rihayê li qereqola Sînor a Boztepe sê leşkerên wezîfedar bi awayekî guman bi çekê miribûn. Di daxuyaniyên yekem de hat gotin ku ev leşker di encama gulebarana sînor a li  Sûriyeyê mirine.

Piştre ji hevalake keç a leşkerekî peyamek hat û hat gotin ku leşkerekî cînet derbas kiriye û ji ber vê du hevalên xwe kuştiye û piştre xwe întîxar kiriye. Wezareta Parastinê jî ev peyam piştrast kir û got ku di encama vê de sê leşker mirine.

Lê piştre di encama lêpirsîna ku dozgeriya leşkerî û sivîl meşandiye de derket holê ku du leşker ji navberek kurt nehatine kuştine û di destê sê leşkeran de şopa barûdê heye û tenê ji çeka leşkerekî 16 gule hatine berdan. Di dîmenên kameraya termal de jî tê gotin ku bûyer nehatiye jiyîn û di wan saetan de piştî demekê 6 kes tên sînor û paşde vedigerin.

LI BAZIDÊ HEMAN MIRIN

Aksoy got ku ev bûyera ku hê ronî nebûye, vê carê li Agiriyê bûyerek bi vî rengî hatiye jiyîn û di 26’ê Sibatê de li Fermandariya Boluka Hudut a Altinordu ya Şehîd Fehmî 3 leşker dîsa bi heman gumanê bi çekan jiyana xwe ji dest dane.

Aksoy  her du bûyer ji wezîr Yilmaz pirsî:

“Bûyera di 26/02/2015’an de li Bazidê çawa pêk hatiye?

Bûyer weke ku Walitiyê da xuyakirin di encama cîneta leşker de derketiye holê? Ev çawa hatiye tespîtkirin?

Beriya ku der barê bûyerê de lêpirsîn bê kirin û rastî derkevin holê tê gotin ku ‘di encama cînetê de’ pêk hatiye, ev çiqas rast e? Gelo wek bûyera Serêkaniyê hewl tê dayÎn ku vê bûyerê jî ji raya giştî veşêrin?

Der barê bûyerê de dozgeriya sivîl û leşkerî lêpirsîn daye destpêkirin an na? Ger hatibe destpêkirin kesên bi qisûr hatine lêpirsînkirin?

Ji sala 1990’an heta niha hejmara leşkerên li qişlayan mirine çendin? Li gorî salan hejmara van çi ne? Li gorî cihên ku hatine dinê hejmara wan çi ye? Li gorî sedema mirina wan hejmara wan çi ye?

Ji bo dawî li van mirinên bi guman bê dayîn û leşkeriya bi zorê bê rakirin, hûn çi tedbîran difikirin?

Sedemên mirinên evqas leşkeran çi ne? Di vê mijarê de lêkolîna wezareta we heye yan na?”

Güncelleme Tarihi: 27 Şubat 2015, 15:06
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER