Silava roja 166'an a ji bo YPG/YPJ'ê

Li gundên Miseynter û Elîzerê, bi sedan welatiyan cara 166'an berê xwe dan Kobanê û bejna xwe li ber berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê tewandin.

Silava roja 166'an a ji bo YPG/YPJ'ê
Li gundên Miseynter û Elîzerê, bi sedan welatiyan cara 166'an berê xwe dan Kobanê û bejna xwe li ber berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê tewandin.


Li ser sînorê Kobanê, çalakiya zincîra ji mirovan ku ji destpêka berxwedanê û vir ve veguheriye çalakiyeke kevneşop, bi beşdariya bi sedan welatiyan di roja 166'an de dewam kir. Mirovên di berxwedana Kobanê de li ser sînor nobed girtin, destpêkê li gundê Miseynter ê hinekî bêhtir nêzî sînor re dest bi çalakiya zincîra ji mirovan kirin. Çalakgerên li ser sînor ku roj bi roj hejmara wan zêde dibin, bedena xwe li ber berxwedana Kobanê ditewînin û şervanên YPG/YPJ'ê silav dikin.

Li gundê Elîzerê jî girseya gel, alên PKK, KCK, TEVDEM, YPG û YPJ'ê hilda û bi dirûşmên "Bijî Azadiya Kobanê", "Bijî Berxwedana YPG/YPJ/YBŞ/HPG'ê" berxwedana dîrokî ya Kobanê silav kirin.

Li dû çalakiyê nobedaran û şêniyên gund, paqijiya hawirdorê kirin.

Güncelleme Tarihi: 27 Şubat 2015, 15:16
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER