Hezaran kesî serdana konê sersaxiyê yê şehîdên Newrozê kirin

Bi hezaran welatiyên Hesekê yên ji hemû pêkhateyan, bajarên din Kantona Cizîrê, nûnerên Rêveberiya Xweser û nûnerên Saziyên Civaka Sivîl, berê xwe dan konê sersaxiyê yê Şehîdên Newroza 2015’an. Konê sersaxiyê li Goristana Şehîd Dijwar hatiye vedan.

Bi hezaran welatiyên bajarê Hesekê û bajarên din ên Kantona Cizîrê berê xwe dan konê  sersaxyê yê ‘Şehîdên Newroza 2015’an’. Beşdarên merasîmê diyar kirin ku piştî  serkeftinên Hêzên Hevbeş li Rojava û başûrê Kurdistanê pêk anîn û Xebatên diplomasî yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi ser ketin, çeteyan êrîşa

HSK-KONE-SERSAXIYE-7  xwe ya hovane, li dijî welatiyên sivîl ên Hesekê pêk anîn.

Bi hezaran welatiyên Hesekê yên ji hemû pêkhateyan, bajarên din Kantona Cizîrê, nûnerên Rêveberiya Xweser û nûnerên Saziyên Civaka Sivîl, berê xwe dan konê sersaxiyê yê Şehîdên Newroza 2015’an. Konê sersaxiyê li Goristana Şehîd Dijwar hatiye vedan.

Piştî ku welatî gihiştin konê sersaxiyê yê ‘Şehîdên Newroza 2015’an’. Di merasîma ku bi rêzgirtinê dest pê kir de, Endamê Desteya Rêveber ê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê Ferhad Dêrik sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û got ku divê têkoşîn û berxwedan li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Rojavayê HSK-KONE-SERSAXIYE-6Kurdistanê bê bilindkirin. Dêrik diyar kir ku armanca çeteyan ji êrîşan ew e ku gelê kurd tune bike û biratiya gelan û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên Rojava de, têk bibin. Dêrik di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ewê tola şehîdên Newroza Hesekê hilînin.

Di merasîmê de her wiha nûnerên Partiyên siyasî a Partiya Îradeya Gelan Mecdel Doko, Endamê Komîteya Herêmî yê Partiya Komînîst a Sûriyê yên Kantona Cizîrê Fewaz El-Dibis, Endamê partiya Komînîst a Yekbûyî Melûl Umer, Endamê Partiya Gel a Sûriyê Nîdal Esed, Endamê PYD’ê Ebdulhekîm Zahir, EndamêHSK-KONE-SERSAXIYE-1Partiya Yekîtiya Suryanî Gibraîl Şemûn, Endamê partiya Kesan a Kurdistanê Henan Bekir, Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Fehed Bekî û endamê Partiya Çep a Kurdistanê li Sûriyê Ezîz Ehmmû axivîn.

Di axaftinan de bal hate kişandin ser êrîşên komên çete yên DAIŞ’ê ku di êvara Newrozê de pêk hatiye û êrîşên çeteyan li dijî mirovahiyê ye. Her wiha hate desnîşankirin ku hêzên hegemonîk û hin welatên bi awayekî yek ser piştgiriya çeteyan kirine. axaftvanan destnîşan kirin ku êrîşên çeteyan ne tenê liHSK-KONE-SERSAXIYE-3 dijî gelê kurde lê belê li dijî hemû pêkhateyên herêmê ye.

Di merasîmê de li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Cîgirê Meclîsa Rêveber a Cizîrê Hisên Ezam, Li ser navê Yekîtiya Star Welîda Bûtî, li ser nvaê Meclîsa Biratiya Gelan Hesn El-Doş, Li ser navê Melcîsa Êlên Kurd Fehed Deqorî, Li ser navê Yekîtiya Oldarên Islamî Ebdulrehman Bedirxan, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê mihemed Xetîb, Saziya Malbatên Şehîdan a Amûdê Zîwer Elî, Li ser anvê pêkhateyên ereb Endamê Melcîsa Zagonsaz a Cizîrê Ekrem Mehşûş û li ser navê Saziyên HSK-KONE-SERSAXIYE-4Civaka Sivîl Lîna El-Necarî, axivîn.

Hemû axaftvanan sersazî li malbatên cangoriyan re xwestin û şifaya lezgîn ji birîndaran re xwestin. Her wiha ji hemû aliyan hate xwestin ku dest ji hesabên xwe yên partîtî berdin û berjewendiyên gel asas bigrin.

Piştî merasîm bi dawî nûnerên rêveberiya Xweseriya Demokratîk serdana gorên cangoriyên Hesekê kirin. / ANHA

Güncelleme Tarihi: 24 Mart 2015, 19:40
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER