Hovîtiya DAIŞ'ê: Zarokan dikin çalakgerên întîxarî

Neteweyên Yekbûyî, di raporeke ku weşand de bal kişand ser şideta li hember zarokên li Iraqê di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne.

Hovîtiya DAIŞ'ê: Zarokan dikin çalakgerên întîxarî
Neteweyên Yekbûyî, di raporeke ku weşand de bal kişand ser şideta li hember zarokên li Iraqê di destê çeteyên DAIŞ’ê de.


Rapor, ji aliyê Komîteya Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ve hat amadekirin. Di raporê de hat diyarkirin ku di serî de DAIŞ, komên çekdar gelek zarokan tevlî şer dikin.

Hat diyarkirin ku di şer de wezîfeyan didin ciwanên astengdar jî, zarokan wek çalakgerên întîxarî û mertalên zindî bikar tînin.

Bi vê girêdayî zarok rastî îstîsmara cinsî tên.

Hat destnîşankirin ku DAIŞ’a dijminê mirovatiyê, li hember êrîşên hewayî ji bo parastina navendên xwe hin zarokan dike çalakgerên întîxarî, li nuqteyên kontrolê dide xebitandin an jî di çêkirina bombeyan de dide xebitandin.

Komîteya NY, got ku di serî de kesên ji civaka Êzidî gelek zarok ji aliyê DAIŞ’ê ve rastî şideta cinsî û hwd. tên an jî yekser tên înfazkirin.

Güncelleme Tarihi: 05 Şubat 2015, 20:06
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER