Polîsan li Wanê êrîşî ciwanan kirin

Ciwanên 16. salvegera Komploya Navneteweyî şermezar kirin, rastî êrîşa polîsan hatin.

Polîsan li Wanê êrîşî ciwanan kirin
Ciwanên li Wanê 16. salvegera Komploya Navneteweyî şermezar kirin, rastî êrîşa polîsan hatin.


Endamên YDG-H’ê yên li Taxa Şehîd Firat a Artemêt a Wanê kom bûn, Komploya Navneteweyî ya 15 Sibatê ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, şermezar kirin rastî êrîşa polîsan hatin.

Bi sedan ciwanan li Cadeya Veysel Karanî bend danîn û rê li trafîkê girtin, dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Silav silav ji Îmrali re hezar silav", "Bimire komploya 15’ê Sibatê", "Ciwan fedayiyên Apo ne” gotin. Polîsên bi wesayîtên zirxî hatin taxê, bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî ciwanan kirin. Ciwanan jî bi kevir û molotofkokteylan bersiv dan. Pevçûna ku demeke dirêj dewam kir, piştî polîs ji taxê vekişiyan bi dawî bû.

Güncelleme Tarihi: 05 Şubat 2015, 22:43
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER