Dêrsimî wê ji bo 'daxwazên xwe' bimeşin

Elewî, ji bo daxwazên xwe bilêv bikin ew ê di 8'ê Sibatê de li Kadikoyê mîtînga bi navê "Ji bo Jiyaneke Laîk, Zanistî, Demokratîk û Perwerdeya Zimanê Dayikê Mîtînga Piştevanî û Yekîtiyê/Mîtînga Yekîtiyê ya Elewiyan" lidar dixin.

Dêrsimî wê ji bo 'daxwazên xwe' bimeşin
 Elewî, ji bo daxwazên xwe bilêv bikin ew ê di 8'ê Sibatê de li Kadikoyê mîtînga bi navê "Ji bo Jiyaneke Laîk, Zanistî, Demokratîk û Perwerdeya Zimanê Dayikê Mîtînga Piştevanî û Yekîtiyê/Mîtînga Yekîtiyê ya Elewiyan" lidar dixin. Mîtîng wê li Dêrsimê jî bi pêşengiya Meclîsa Gel di 9'ê Sibatê-roja Duşemê saet di 12:00 de li ser sûka binê erdê bê lidarxistin.


Hevşaredarê Dêrsim Perî Huseyîn Çetîn Kaya li dijî polîtîkayên 12 salan ên hikûmeta AKP'ê banga tevlîbûna mîtîngê kir û got, "Hikûmeta AKP'ê ev 12 sal in li ser modela yektîpiyê dixebite. Vebûna Elewî, veguheriye vebûna asîmîlasyonê, bi dersên olî yên ji neçarî hewl didin baweriya me bidin ji bîrkirin.

Di Dêrsim 38'an de em hatin qetilkirin, rastî qirkirinê hatin, îro jî hêzên sîstemê bi modela perwerde û hîndekariyê qirkirinê dewam dikin. Em ê daxwazên xwe bînin ziman."

Serokê Egîtîm Sen Şaxê Dêrsim Hasan Olgun jî nerazîbûn nîşanî sîstema perwerdeyê ya hikûmeta AKP'ê da û got, "Gelê me yê ji nedîtî ve tê bi taybetî jî Elewî di nava fikaran de ne. Ji ber ku perwerdeya hikûmeta AKP'ê mirovan bi paşve dibe. Polîtîkayên asîmîlasyonê yên ji roja avabûna Komarê û vir ve bi destê diyanetê li hemberî Elewiyan hat meşandin, di 12 salên dawî yên hikûmeta AKP'ê de dijwartir bû. Em dikarin şûraya perwerdeyê di vî warî de mînak nîşan bidin. Weke Egîtîm Sen em ê nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bidin."

Olgun bal kişand ser daxwazên xwe yên welatîbûna wekhev û banga tevlîbûna li boykotê kir.

Elîf Çiglik jî got, "Em ê ji rê û baweriya xwe venegerin, em ê daxwazên xwe yên demokratîk nîşan bidin."

Güncelleme Tarihi: 06 Şubat 2015, 09:25
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER