Li Xîzan û Tatosê 13 kes hatin binçavkirin

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Xîzan û Tatosê, di serdegirtinên malan de herî kêm 13 kes hatin binçavkirin.

Li Xîzan û Tatosê 13 kes hatin binçavkirin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Xîzan û Tatosê, di serdegirtinên malan de herî kêm 13 kes hatin binçavkirin.


Li navçeya Bedlîs Xîzanê û li gundên wê, polîsan danê sibehê avêtin ser hin malan. Di serdegirtinan de bi îdîaya ku tevlî çalakiyên ji bo Kobanê bûne Mûharrem Tûna, Yilmaz Oge, Cuneyt Kûrt, Ferhat Sonmez, Kerem Yildiz û zarokên bi navê O.T. (16) û M.A. (16) hatin binçavkirin. Di serdegirtinan de deriyê hin xaniyan hatin şikandin. Binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Bedlîsê û hat ragihandin ku hejmara binçavkiriyan dikare zêde bibe.

Li navçeya Erzîrom Tatosê jî polîsan li hin taxan avêtin ser malan. Di operasyona ji ber lêpirsîna der heqê Şahiya Kanlica ya 14'ê Tebaxa 2014'an a ji aliyê Rêxistina DBP'ê ya Tatosê ve hat organîzekirin de, welatiyên bi navê Savaş Yalçin, Îrfan Ege, Mîkaîl Guler, Sîncar Ozbay, Koroglû Dogan û welatekiyekî navê wî nehat zanîn, hatin binçavkirin. Her 6 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.

Li gorî agahiyan, operasyona binçavkirinê dewam dike û fikar hene ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.

Güncelleme Tarihi: 06 Şubat 2015, 11:11
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER