Bêwijdaniya mezin a li girtiyên nexweş

Parlamenterê HDP’ê Aktaş k udi komîsyona keên diçin serdana girtiyên nexweş yên Girtîgeha Sîncanê de cih digire got: “Girtiyên nexweş bi bêwijdaniyek mezin bi nivînê ve hatine girêdan.”

Bêwijdaniya mezin a li girtiyên nexweş
Parlamenterê HDP’ê Aktaş k udi komîsyona keên diçin serdana girtiyên nexweş yên Girtîgeha Sîncanê de cih digire got: “Girtiyên nexweş bi bêwijdaniyek mezin bi nivînê ve hatine girêdan.” Aktaş  got hikûmet di mijara girtiyên nexweş de serî li mijulkirinê didin û got divê demildest sererastkirinên ku tahliyeya wan dikin bên kirin.


BI DU GIRTIYÊN EDLÎ Û EROL ZAVAR RE HEVDÎTIN HAT KIRIN

Li gorî daneyên ku Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) dane li girtîgehan 247 jê giran 649 girtiyên nexweş hene.  Lê hikûmeta AKP’ê polîtîkayên çareseriyê yê nû pêk nayne û rê li ber mirinan vedike. Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclisê, duh li Nexweşxaneya Dewletê ya Kampusa Saziyên Înfaza Cezaya Sîncanê lêkolîn kir û çû serdana girtiyên nexweş.

Endamê komîsyonê parlamenterê HDP’ê yê Wanê Kemal Akştaş ji ANF’ê re axivî û got di serdanan de pirsgirêkên girtiyên nexweş tespît kirine û got: “Di serdana me de tişta esas em li ser sekinin ev bû, pisgirêkên nexweşan bê tespîtkirin.  Serhekîm brîfîng da.  Der barê kapasîteya nexweşxane û kêmasiyên wê de alîkarî dan. Ji bilî wê em çûn serdana polîklînîkan.  Em bi sê girtiyên nexweş re hatin cem hev. Du heb felc bûn, hewcedariya wan bi lênerînê hebû.  Tu tiştekî wan di girtîgehê de bigire tune. Lê bêwijdaniyê ew bi nivînê ve girêdane.  Ev nexweşxane be jî di encamê de girtîgehe.”

Aktaş da zanîn ku bi girtiyên nexweşê pençeşêrê  yê siyasî Erol Zavar re hevdîtin kirine û got: “Erol Zavar jî bi nivînê ve girêdayî bû.  Her tim ji bo tahlîlên rutîn dibin Nexweşxaneya Numune. Di heman demê de nexweşiya wî ya kronîk (KOAH)  heye. Nexweşiyên wî yên din jî hene.

BI DIJMINAHÎ NÊZ DIBIN

Aktaş bi lêv kir ku hikûmet din ava nêzîkatiyeke dijminahiyê de ye û got girtî li girtîgehê bi mirinê re têdikoşin.

WEZARET MIJUL DIKE

Aktaş wiha berdewam kir: “Girtiyan gotin hun rewşa me dibînin, tiştekî em bêjin tune.  Ji ber nayê tahliyekirin, hikûmet bi van gotinan rexne kirin:Wezareta dadê daxuyaniyan bo girtiyan didin. Dibêjin emê tahliye bikin. Serî li mijulkirinê didin. Ev jî civakê dike nava hêrsê. Baweriya kesî bi AKP’ê nemaye. Ji bo girtiyên nexweş lîsteya rojevî dan wezaretê. Ligel vê ev nayê qebûlkirin.  Divê divê saziya Tipa Edlî desturê nede astengkirina tahliyeyan. Divê demildest kar û barê tahliyeya wan bêkirin."

Güncelleme Tarihi: 06 Şubat 2015, 09:24
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER