Ji 55 rêxistinên jinan desteka ji bo HDP'ê

Hejmareke zêde ya rêxistinên jinan ên li Ewropayê deklarasyonek weşandin û diyar kirin ku ew ê di 7'ê Hezîranê de destekê bidin HDP'ê.

Ji 55 rêxistinên jinan desteka ji bo HDP'ê
 Hejmareke zêde ya rêxistinên jinan ên li Ewropayê deklarasyonek weşandin û diyar kirin ku ew ê di 7'ê Hezîranê de destekê bidin HDP'ê.

55 rêxistinên jinan ên li Ewropayê, li ser hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê deklarasyonek weşandin.

Di deklarasyonê de hat gotin, "Em li dijî polîtîkayên kolekirina jinê, paşverûtî, tinekirin, beralîkirin û yekkirinê ne. Em rêveberiyeke baviksalarî, paşverû, şoven, dîktayeke faşîst û sîstema serokatiyê naxwazin" û şîdeta li hemberî jinê, zayendîperestiya li qada perwerdeyê û gotinên zayendîperest ên rayedarên hikûmetê li hemberî jinê bilêv dikin, hatin şermezarkirin. Di deklerasyonê de hat destnîşankirin sîstema keda jinê talan dike ji aliyê jinan ve tê redkirin û hat gotin, "Em jin jiyaneke nû ya wekhev, azad, adîl û bi rûmet dixwazin."

JINAN BERSIV DAN PIRSA 'ÇIMA HDP'

Jinên dan xuyakirin ku ew ê destekê bidin, sedema vê yekê jî wiha rave kirin:

"HDP: Partiya yekane ye; ku hêzên ji bo rizgariya ked û bindestan; ji bo aştî, azadî û edaletê bi hev re têdikoşin e.

HDP: Partiya yekane ye; ku însanbûyîna jiyanê, cihêkariya pozîtîf a ji bo jinan li her qadên jiyanê (mal, kolan, qada cemaweriyê, polîtîka, rêxistinî, jiyana kar û mekanîzmayên rêveberiyê), temsîliyeta wekhev û azadiya jiyana jinê weke wezîfeya bingehîn ji xwe re dibîne.

HDP: Partiya yekane ye; ku ji navendê heta rêveberiyên herêmî li her qada rêxistinbûyîna xwe, bi sîstema Hevserokatî û kotayê re temsîliyeta wekhev a di siyasetê de kiriye neçariye.

HDP: Partiya yekane ye; ku li dijî sîstem, pêkanîn û polîtîkayên bi serdestiya mêr, li dijî her şêwe şîdeta li hemberî jinê têdikoş e, ji bo dawî li kuştina jinan bê anîn, jiyana jinan bê ewlekirin têdikoşe û pîvana 'Di naskirin û lêpirsîna şîdeta zayendî ya li dijî jinê de beyana jinê esas e' diparêze.

HDP: Partiya yekane ye; ku xwedî li daxwaza heqdestê wekhev ê kedkar û karkerên jin derdikeve, ji bo li qada kar astengiyên li pêşiya jinê werin rakirin û neheqî ji holê bên rakirin, têdikoşe.

HDP: Partiya yekane ye; ku keda jinê ya li nava malê dide xuyakirin, j bo qezençkirina mafên civakî yên jinên kedkarên malê, têdikoşe.

HDP: Partiya yekane ye; ku pêwîstiyên jinê weke karê sereke dibîne û bi pîvana cihêkariya pozîtîf a ji bo jinê xizmetê dide.

HDP: Partiya yekane ye; ku jin lê dikarin yekser dest li hemû rêveberiya werbidin û xwe ji kontrola Meclîsên Jinê re vedike.

HDP: Partiya yekane ye; Hemû pîvan û sînorên zayendîperest red dike, ji bo jin di nava civakê de bibe xwedî nasnameyeke wekhev, azad û bi rûmet têdikoş e.

HDP: Partiya yekane ye; polîtîkaya 'Her civak bi qasî azadbûna jinê azad e' esas digire.

HDP: Partiya yekane ye; çareseriya pirsgirêka Kurd a li ser bingeha aştî, demokrasî, mafên wekhev û yekîtiya dilxwaz diparêze, hiqûqa welatîbûna wekhev û azad diparêze.

HDP: Partiya yekane ye; ku dixwaze dersên olî yên ji neçarî werin rakirin, zextên li ser Elewî, Xiristiyan, Mûsevî, Êzidî û hemû komên din ên çandî û baweriyan bên rakirin, azadî û mafê welatîbûna wekhev ji hemû gel û baweriyan re bê naskirin.

HDP: Partiya yekane ye; jiyaneke azadîparêz û wekhev diparêze ku homofobî û transfobî lê nîne, mirov ji ber meyla xwe ya zayendî û nasnameya zayendî lê nayên kuştin û rastî cihêkariyê nayên.

HDP: Partiya yekane ye; hebûneke civakî ye ku xwe dispêre hevgirtina dilxwaz û cihê rengiyê, ku wê dawî li feraseta antî demokratîk, burokratîk û zayendîperest a dewletê bîne.

HDP: Partiya yekane ye; banga Jiyana Nû ye ku gel xwe lê yekser bi rêve dibe, cihêkariya etnîkî, olî, zayendî û neteweyî nîne, cihêrengî xwe bi awayekî azad û bi serbilindî lê bilêv dikin, karker, kedkar û bindest xwedî mafê gotin, erk û biryardayînê ne."

Di deklarasyonê de bang li hemû jinên koledariyê red dikin hat kirin ku li dora HDP'ê bicivin.

RÊXISTINÊN ÎMZE AVÊTINE BINÊ DEKLARASYONÊ

"1.   Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB)-Ewropa
2.      TJK-E (Tevgera Jinen Kurd- Ewropa)
3.    Yekîtiya Jinên Elewî ya Ewropayê
4.    Jina Nû
5.   Meclîsa Jinan a Êzidî ya Berîvan
6.    Komîsyona Jinan a Malajiyanê
7.   Sekretera Giştî ya Federasyona Yekîtiya Elewiyên Belçîka Fatma Bînîcî
8.   Pêkhateyên Jinan a Federasyona Elewiyên Demokratîk
9.   Buroya Aştiyê ya Jinan a Cenî
10.  Nûneriya Tevgera Jinan a Kurd ya Navneteweyî
11.  Meclîsa Jinan a Ronahî ya Lîege
12.  Meclîsa Jinan a   Anvers Slava
13.  Meclîsa Jinan a Berîtan a Zurîhê
14.  Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan a Luzern
15.  Meclîsa Jinan a Asrin Denîz a  St.Gallen
16. Komuna Jinan a Arjîn Garzan a   Winterthur 
17. Meclîsa Jinan a Ronahî ya Baselê
18. Meclîsa Jinan a Arîn Mîrxan a   Weil am Rhein 
19. Meclîsa Jinan a Pinar a  Solothurn 
20. Meclîsa Jinan a Rojbîn a Arau
21. Meclîsa Jinan a Mîzgîn a Bernê
22. Meclîsa Jinan a Arîn Mîrxan a Bîel
23. Meclîsa Jinan a Ronahî a   Den Haagê
24. Meclîsa Jinan a Rojbîn a  Amsterdam 
25. Meclîsa Jinan a Fatoş Saglamgoz a Arnhem
26. Meclîsa Jinan a Kurd ya Danîmarkayê
27. Meclîsa Jinan a Amara ya Stockholmê
28. Meclîsa Jinan a Roj a Londonê
29. Meclîsa Jinan a Arîn Mîrxan a Marsîlyayê
30. Meclîsa Jinan a Çîçek Botan a  Evry
31. Meclîsa Jinan a Zîn a Parîsê
32. Komeleya Jinan a Avesta ya Viyan
33. Însiyatîfa Jinên Kurd a Kibrisê
34. Însiyatîfa Jinan a Kurd ya  Sydney û Melbron
35. Komeleya Jinan a Kurd ya Toronto
36. Meclîsa Jinan a Destan a Berlîn
37. Meclîsa Jinan a Rojbîn a Hamburgê
38. Meclîsa Jinan a Ronahî ya Hannoverê
39. Meclîsa Jinan a Arîn ya Esslîngen
40. Meclîsa Jinan a Arîn ya Freîburgê
41. Meclîsa Jinan a Amara ya   Frankfurtê
42. Meclîsa Jinan a Sara ya Darmstad
43. Meclîsa Jinan a Berçem a Gîessen
44. Meclîsa Jinan a Sara ya Bonnê
45. Meclîsa Jinan a Viyan a Kolnê
46. Meclîsa Jinan a Rozerîn ya Dortmundê
47. Meclîsa jinan a Denîz Firat a  Aachen 
48. Meclîsa Jinan a Nucan a   Leverkusen
49. Meclîsa Jinan a Viyan a  Wuppertal
50. Meclîsa Jinan a Fîdan a Hagen
51.  Koordînasyona Jinan a Navenda Çanda Dêrsîmê (London)
52. Komîsyona Jinan a Kom a  Alxas-Kistik (London)
53. Komîsyona Jinan a Komeleya Piştevanî û Çanda Kaşanlilar (London)
54. Jinên ji Navenda Piştevaniya Kirkisrak (London)
55.  Jinên Paz-DER’î."

Güncelleme Tarihi: 21 Nisan 2015, 15:03
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER