Ji bo şervanên YPG/YPJ'ê silava meha pêncan

Berxwedana mezin a berî 150 rojî destpê kir û bi serketina dîrokî ya Kobanê re tacîdar bû, pênc meh li dû xwe hişt. Berxwedêrên li ser sînor nobedê digirin, îro jî lehengên vê berxwedana destanî silav kirin.

Berxwedana li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê di 15'ê Îlona 2014'an de bi ruhê seferberiyê li Kobanê hat destpêkirin, pênc meh li dû xwe hişt. Berxwedana dîrokî ku piştî roja 134. bi azadkirina navenda bajarê Kobanê re tacîdar bû, bi operasyonên paqijkirina gundan dewam dike. Berxwedêrên li ser sînor nobedê digirin jî, ev 150 roj in bi çalakiyên zincîra ji mirovan şervanên YPG/YPJ'ê silav dikin. Li gundê Miseynterê ku jiyana komun lê heye, îro jî çalakiya zincîra ji mirovan dîmenên rengîn derxist holê. Mirovên alên PKK, KCK, YPG/YPJ, YDG-H, Partîzan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin, bi dirûşman hewl dan dengê xwe bigihînin Kobanê. Li gundê Elîzêrê jî, bi sedan kes li hev kom bûn, berê xwe dan Kobanê û berxwedan û serketin silav kirin.

Güncelleme Tarihi: 11 Şubat 2015, 13:05
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER