YPG: Li derdora Kobanê 13 çete hatin kuştin

Pêşdeçûna YPG/YPJ'ê ya li gundên Kobanê, dewam dike. Di pevçûnên duh de 13 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

YPG: Li derdora Kobanê 13 çete hatin kuştin
Pêşdeçûna YPG/YPJ'ê ya li gundên Kobanê, dewam dike. Di pevçûnên duh de 13 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir, ku di roja 149. a berxwedana Kobanê ya di asta serketinê de ye, bi operasyonên li gundan dewam kiriye. Di daxuyaniyê de li ser pevçûnên duh de ev agahî hat dayîn:

"Berxwêdana Kobanê ya ku li hember hewldanên dagirkirine çeteyên DAIŞ'ê tênmeşandin û gihiştiye merhaleya serkeftinê ket roja xwe ya 149'an.

Pengava Azadkirina Kobanê ya hêzên me bi hemû leza xwe berdewam dike.

Di navbera komên çeteyan û hêzên me yên ku li piraniya bejahiya Kobanê serdestiya xwe çekirinê cih bi cih pevçûn diqewimin.

Operasyonên hêzên me yên li rojhilatê Kobanê berdewam dikin. Hêzên me yên ku bi qedeme bi pêş ve diçin, çend nuqteyên çeteyan bi hemwextî hedef girtin û li wan xistin. Di operasyona  gundê Kultepe yê li ser xeta sînor e, bajarokê  Çelebî û gundê Dirfilît hedef hat girtin de, hêzên me derbên giran li çeteyan xistin. Li bajarokê Çelebî cih bi cih pevçûn biqewme jî li gundên Kultepe û Dêrfilît çeteyan berxwedaneke cidî nîşan nedan.

Di operasyonê de 2 wesayîtên çeteyan hatin rûxandin û 13 kuştiyên çeteyan hatin tespîtkirin. Hêzên me dest danîn ser 1 roketavêja B7 û 5 guleyên wê, 2 kleş û 2 qutî guleyên wê."

LI BAŞÛRÊ KOBANÊ WESAYÎTEKE ÇETEYAN HAT RÛXANDIN

Navenda Çapemeniyê da xuyakirin ku duh danê nîvro, li hemberî çeteyên di navbera gundên Mesusa û Xenamîrê yên 25 kîlometre li başûrê Qamişloyê ne, çalakiyek hatiye lidarxistin û got, " Di vê êrîşê de wesayîteke çeteyan tevî çeteyên tê de hat rûxandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin."

Güncelleme Tarihi: 11 Şubat 2015, 20:27
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER