Ji Mêrdînê daxwaza azadiya Ocalan hat kirin

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk di mitînga ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got: "Heta Birêz Abdullah Ocalan azad nebe gelê Kurd azad nabe."

Ji Mêrdînê daxwaza azadiya Ocalan hat kirin
 Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk di mitînga ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got: "Heta Birêz Abdullah Ocalan azad nebe gelê Kurd azad nabe." Hevserokê Rêxistina DBP'ê ya Mêrdînê Omer Ocalan jî destnîşan kir ku xeta wan a Ocalan e û got, "Eger Kurdistan azad bibe, wê bi Rêber Apo azad bibe."

Li Mêrdînê di çarçoveya kampanyaya îmzayan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li Mêrdînê mitînga "Ji Ocalan re azadî" hat lidarxistin. Mîtîng li Parka Karayoluyê hat lidarxistin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, Parlementera HDP'ê Gulser Yildirim, rêveberên DBP û HPD'ê, Hevşaredarên herêmê, Dayikên Aştiyê, MEYA-DER û bi hezaran kes tevlî meşê bûn. Li qada mîtîngê pankartên bi zimanên Kurdî, Tirkî, Erebî û Suryanî hatin daliqandin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, YPG û YPJ'ê hatin vekirin û kevok hatin firandin.

'JI BO AZADIYA OCALAN 630 HEZAR ÎMZE'

Hevserokê Rêxistina DBP'ê ya Mêrdînê Omer Ocalan axaftina vekirinê ya mitîngê kir û diyar kir ku ew gihiştina hedefa xwe ya li Mêrdînê danîn pêşiya xwe û wiha got: "Li Mêrdînê bi giştî 630 hezar îmza hatin komkirin. Gelê Mêrdînê xwedî li serokê xwe derketiye." Ocalan anî ziman ku gelê Kurd di pêvajoyek gelek girîng re derbas dibe. Ocalan da zanîn ku tevgera Kurd a ji destê wê hat kir lê hikûmet di mijara çareseriyê de samîmî nebû.

'EGER KURDISTAN AZAD BIBE WÊ BI RÊBER APO AZAD BIBE'

Ocalan bilêv kir ku wan ti carî gavên li dijî aştiyê neavêtin, lê hikûmet di vê mijarê de baldar nebû û her tim serî li çalakiyên provokatîf dan. Ocalan destnîşan kir ku azadbûna gelê Kurd wê bi azadbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê û wiha axivî: "Xeta me ya sor Birêz Abdullah Ocalan e. Eger Kurdistan azad bibe wê bi Rêber Apo azad bibe. Em ê bi hev re tevbigerin. Vê axê gelek xwîn dît. Êdî em dixwazin azad û wekhev bijîn." Ocalan anî ziman ku di mijara çareseriya pirsgirêkê de divê hikûmet PKK'ê jî bibîne.

'MÊRDÎNÊ JI OCALAN RE SILAV ŞAND'

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk jî diyar kir ku gelê Kurd ji bo azadiyê berdêlên gelek mezin dan. Turk di axaftina xwe de kesên di rêya tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan bîranîn û got ew ê her tim di rêya wan de bimeşin. Turk da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ji bo azadiya hemû gelan berdêlên gelek mezin dan û wiha got: "Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan ji bo azadiya hemû gelan berdên mezin da. Li vir yan ji Mêrdînê em silavan jê re dişînin."

'GELÊ KURD TÊKOŞÎNEKE MEZIN DA'

Turk bilêv kir ku gelê Kurd li her qadê têkoşînek gelek mezin da û wiha axivî: "Gelê Kurd li Kobanê, Şengal û Rojava têkoşîneke bêhempa da. Gelê Kurd li vir dîrok nivîsand. Di encama vê têkoşînê de îro Kobanê azad e. Şengal ber bi azadbûnê ve diçe." Turk destnîşan kir ku ji bo aştiya Rojhilata Navîn pêk bê divê gelê Kurd azad bibe û wiha pê de çû: "Bi têkoşîna li Şengal û Kobanê re hemû cîhanê ev yek dît. Çeteyên DAIŞ'ê li hemberî gelê Kurd ranewestiyan. Gelê Kurd li hemû cîhanê aktorekî mezin e. Ev yek jî hate fêmkirin eger gelê Kurd nebe aştî jî nabe."

Turk balkişand ser hilbijartinên 7'ê Hezîranê û wiha got: "Em ji nû ve di ezmûnekê re derbas dibin. Divê em benda hilbijartinê derbas bikin. Eger em derbas nekin em di têkoşîna xwe ya siyasî de bi ser nakevin. Piştî têkoşîna xwişk û birayên xwe eger em vê yêkê nekin dîrok me efû nake. Baweriya me bi serok û gelê me tê.Ji bo pêşeroja azad a gelê me û ji bo serokê xwe me biryar da."

Parlementera HDP'ê Gulser Yildirim jî diyar kir ku azadiya gelê Kurd bi azadiya Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan dibe. Yildirim ji bo dayikan got: "We zarokên gelek bi nirx mezin kirin. Zarokên we ji bo azadiya vî gelî canê xwe feda kirin. Ez li ber wan bejna xwe ditewînim. Eger îro gelê kurd heta vir hatibe bi saya felsefeya Birêz Ocalan û ciwanên Kurd e."

Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Aysel Erol, li ser navê Komeleya Ereban Mehmet Duzgun, li ser navê Meclîsa Gel a Suryanî Bednahnîn Firat Kuçuk jî bi kurtasî axivîn û girse silav kirin.

Piştî axaftinan mitîng bi mûzîk û govendê bi dawî bû.

Güncelleme Tarihi: 05 Şubat 2015, 17:44
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER