Ji Îzmîrê ji bo Pirsûsê alîkarî

Alîkariya ku li Îzmîrê ji bo penaberên li navçeya Pirsûs a Rihayê hatibû berhevkirin, şandin Pirsûsê.

Ji Îzmîrê ji bo Pirsûsê alîkarî
Alîkariya ku li Îzmîrê ji bo penaberên li navçeya Pirsûs a Rihayê hatibû berhevkirin, şandin Pirsûsê.


Li Îzmîrê alîkariya ji aliyê Tora Piştevaniyê ya Şengal-Kobanê ve li Îzmîrê hatibû berhevkirin bi TIR'ekê şandin, navçeya Pirsûsê. Alîkarî ji xûrek, zad û kincan û amûrên din pêk tê.

'PÊDIVÎ BERDEWAM DIKIN'

Serokê Komeleya Pira Gelan Prof. Dr. Cem Terzî da zanîn ku wan ji bo penaberên di konan de dimînin zad û xûrek, şîr, rûn, şekir, tiştên taştê, xwarin û paçikên zarokan, amûrên paqijiyê û gelek amûrên din berhev kirine. Terzî da zanîn ku ji bo penaberan nivîn, betaniye, balîf, berg û mehfûr pêwîst in.

Güncelleme Tarihi: 10 Şubat 2015, 23:23
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER