Kartal: Li dijî tarîtiya Erdogan divê piştgirî ji bo HDP’ê bê dayîn

Hevserokê KONGRA GEL Kartal bang li hemû Kurdên Ewropayê dijîn kir ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de li dijî AKP’ê piştgiriyê bidin HDP’ê. Kartal got ku divê heta 27’ê Adarê hilbijêr qeydên xwe temam bikin.

Kartal: Li dijî tarîtiya Erdogan divê piştgirî ji bo HDP’ê bê dayîn
Hevserokê KONGRA GEL Kartal bang li hemû Kurdên Ewropayê dijîn kir ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de li dijî AKP’ê piştgiriyê bidin HDP’ê.Kartal got ku divê heta 27’ê Adarê hilbijêr qeydên xwe temam bikin.


HDP’ê ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê lez da xebatên xwe yên Ewropayê. HDP li tevayî Ewropayê 400 hezar deng hedef dike û xebatên qeydkirina hilbijêran a heta 27’ê Adarê bilez kir.

KARTAL: DIVÊ JI BO HDP’Ê DENG BÊN DAYÎN

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal bang li Kurd, Tirk, Laz, Çerkez, Rûm, Asûrî-Suryanî, Elewî, Êzidiyên li Ewropayê dijîn kir ku ji bo serketina HDP’ê divê heta 27’ê Adarê hilbijêr qeydên xwe bikin.

Kartal bal kişand ser pêvajoya hilbijartinê û got: “Tirkiye yan bi van hilbijartinan wê biçe tarîtiyeke ku Erdogan dixwaze biafirîne, an jî rêya azadiyê ya bi HDP’ê re vedibe. Yên rêya duyemîn dixwazin divê dengên xwe bidin HDP’ê. Divê HDP encameke bilind bigire.”

DIVÊ BI COŞ Û SEFERBERIYEK MEZIN BIXEBITIN

Kartal anî ziman ku li dijî AKP’ê û Erdogan divê her kes piştgiriyê bide HDP’ê û wiha berdewam kir: “Hilbijêrên Kurd û Tirk yên li Ewropayê dijîn, li dijî tarîtiya Erdogan divê dengan teqez bikar bînin. Ji bo vê divê heta 27’ê Adarê qeydên xwe bikin. Ji bo li Ewropayê encamek serketî bê bidestxistin em bang li hemû aliyê demokratîk dikin ku bi ruhê seferberiyê bixebitin. Ji bo pêşeroja gelan divê her kes bi berpirsiyarî tevbigere. Divê bi HDP’ê re deriyên Tirkiyeyek nû bê vekirin.

DENG ÇAWA TÊN BIKARANÎN?

Hilbijêrên Ewropayê divê kutuka xwe ya li ser înternetê kontrol bikin, qeydên wan hene yan na fêr bibin.

GAVA YEKEMÎN: Numara TC

Di hemû kar û baran de hewcedarî bi numareya nufûsê ya TC heye. Ger numareya we ya TC tine be, ji bo hînkirinê hûn dikarin ji vê lînga înternetê bê sûd bigirin:https://tckimlik.nvi.gov.tr/TCKimlikNo/NufusaKayitYeriSorguModul.aspx

Ji bo numareya T.C bên, hewcedarî bi  qeydên nifûsa we yên weke navend\navçe û numareya cil, numareya dora malbatê, dora kes ya  heye.

GAVA DUYEMÎN: Qeyda Kutukê ya Hilbijêr

Qeyda Kutukê ya Hilbijêr dikare ji Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bê kontrolkirin: https://secmen.ysk.gov.tr/ysk/secmenBilgiYurtdisi.jsp

GAVA SÊYEMÎN (GER HÛN LI KUTUKA HILBIJÊRAN NE QEYDKIRÎ BIN)

Divê hûn biçin Seferatxaneyek Tirkiyeyê an jî Nûnertiyek Derve, forma nîşandana navnîşanê bê tijîkirin û form bi beramberî îmzeyê bê teslîmkirin.

Form dikare ji Navendên Amadekariyê ya Hilbijartinê ya HDP’ê yan jî ji komeleyên piştgiriyê didin HDP’ê bên girtin.

HIŞYARÎ:

Qeyda we ya Kutuka Hilbijêr ger navnîşanek Tirkiyeyê nîşan bide, divê hûn dîsa biçin seferatxaneyek nêz an jî nûnertiyek derve û forma navnîşanê tijî bikin.

HIŞYARÎ:

Serlêdanên bi nameyê tê kirin, li ber çavan nagirin.  Pasaporta xwe bigirin cem xwe û serî li nûnertiyê bidin.

HIŞYARÎ:

Ger di Qeyda Kutuka Hilbijêran de navnîşana we welatê ku hûn lê ne cihekî din nîşan bide dîsa divê hûn forma nîşandana navnîşanê tijî bikin. Mînak berê hûn li Munîhê bû û kutuka we li wir xuya bike divê hûn biçin Sefaretxaneya Munîhê. Lê divê hûn berê serlêdanê bikin û kutuka xwe bigirin bajarê xwe.

GAVA ÇAREMÎN (GER HÛN LI KUTUKA HILBIJÊR QEYDKIRÎ BIN)

Dema hûn ji bo bikaranîna dengan biçin sefaretxane yan jî nûnertiyê divê belgeyeke ku T.C ya we li ser e hebe. Ev nasname, yan jî pasaport e. Ger numareya T.C tinebe divê demildest hûn serî li ser sefaretxaneya Tirk bidin.

EZ KENGÎ DENGÊ XWE BIKAR TÎNIM?

 *YSK’ê pergala randevuyê rakir. Di van hilbijartinan de hewcedarî bi randevuyê tine.

 *Pêvajoya bikaranîna dengan 8’ê Gulanê destpê dike û heta 31’ê Gulanê didome. Lê rojên dengdayînê li gorî welatan diguhere. Li Elman, Fransa û Swîsreyê 24 rojan berdewam dike.

*Navendên bikaranîna dengan, Saet di navbera  10:00 - 19:00’an de wê vekirîbe.

EZ LI KU DENGÊ XWE BIKAR TÎNIM?

ELMANYA

Di navbera 8-31’ê Gulanê de, 24 rojan wê li 13 sefaretxaneyên Tirkiyeyê bên bikaranîn:

Berlîn

Stuttgartt

Frankfurt

Dusseldorf

Koln

Essen

Mûnîh

Munnster

Hannover

Karlsruhe

Hamburg

Nurnberg

Mainz

FRANSA

Di navbera 8-31’ê Gulanê de 24 rojan li 6 sefaretxaneyan wê deng bên bikaranîn:

Parîs

Strasbourg

Lyon

Marsilya

Nantes

Bordeaux

SWÎSRE

Di navbera 8-31’ê Gulanê de 24 rojan wê li sefaretxaneyên Bern, Zurîh û Cenevreyê deng bên bikaranîn.

ÎNGÎLÎSTAN

Di navbera 30-31’ê Gulanê de li Londonê li avahiyeke ku wê sefaretxaneya Tirkiyeyê kirê bike bên bikaranîn. Navnîşan niha ne diyare.

ÎRLANDA

Di 31’ê Gulanê de li sefaretxaneya Dublînê dikare deng bê bikaranîn

AWÛSTÛRYA

Di navbera 8-31’ê Gulanê de 24 rojan wê li sefaretxaneya Viyana, Salzburg û Bregenz deng bên bikaranîn.

HOLLANDA

Di navbera 29,30 û 31’ê Gulanê de li sefaretxaneyên Rotterdam û Devnter wê deng bên bikaranîn.

BELÇİKA

Li navbera 8-31’ê Gulanê de wê 24 rojan li sefaretxaneya Anvers û Brukselê wê deng bên bikaranîn.

DANİMARKA

Di navbera 8-31’e Gulanê de 24 rojan wê li seferatxaneya Kopenhagê deng bên bikaranîn.

FÎNLANDIYA

Di 31’ê Gulanê de li avahiyeke ku sefaretxaneya Helsînkî kirê dike de wê deng bên bikaranîn. Navnîşan wê piştre bê aşkerakirin.

İTALYA

Di navbera 29-30 -31’ê Gulanê de li sefaretxaneya Mîlano û Romayê wê deng bên bikaranîn.

 NORVEÇ

Di 22-31’ê Gulanê de wê 10 rojan li Sefaretxaneya Oslo deng bên bikaranîn.

YEWNANÎSTAN

Di 30-31’ê Gulanê de wê li sefaretxaneyên Atîna-Pire Selanîk, Rodos û Gumulcîne deng bên bikaranîn.

LI DERIYÊ GUMRIKÊ DENG TÊN BIKARANÎN?

Wek her hilbijartinê di vê hilbijartinê de jî bikaranîna dengan mimkun e.

LI DIJÎ HÎLEYÊN HILBIJARTINÊ DIKARE ÇI BÊ KIRIN?

Dengên li derveyê welat tên bikaranîn li Tirkiyeyê bi dengên din re di 7’ê Hezîranê de tên hilbijartin. Lê di dema jimartina dengan de ewlehî gelek girînge.

HDP’ê ji hilbijêran re diyar kir ku ji bo muşahidiya sindoqê serî li navendên îrtîbata hilbijartinê bidin.

EZ DIKARIM ÇAWA TEVLÎ XEBATÊN HILBIJARTINÊ BIBIM?

HDP’iyan diyar kirin ku xebatên hilbijartinê yên Ewropayê bi tevlîbûna gelek rêxistinan hatiye organîzekirin û kesên dixwazin bixebitin serî li van komeleyan bidin.

KESÊN PENABER DIKARIN DENGAN BIKAR BÎNIN?

 Penaber bi belgeyeke ku T.C li ser heye dikarin dengên xwe bikar bînin.

Güncelleme Tarihi: 14 Mart 2015, 23:42
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER