Komalên Ciwan Meşa Dirêj silav kir

Koordînasyona Komalên Ciwan Meşa Dirêj silav kir û diyar kir, ku ji ber komploya 15'ê Sibatê hat pûçkirin û gihaşt armanca xwe, PKK li 'lîsteya rêxistinên terorê' hatiye bicihkirin.

Komalên Ciwan Meşa Dirêj silav kir
Koordînasyona Komalên Ciwan Meşa Dirêj silav kir û diyar kir, ku ji ber komploya 15'ê Sibatê hat pûçkirin û gihaşt armanca xwe, PKK li 'lîsteya rêxistinên terorê' hatiye bicihkirin. Di daxuyaniyê de bang li Yekîtiya Ewropayê û dewletan kir ku bes PKK'ê mîna 'rêxistineke terorê' bibînin û destnîşan kir, ku PKK ne tenê ji bo gelê Kurd, parastina îdealên jiyana azad a hemû dost û gelên bira jî dike.


Koordînasyona Komalên Ciwan bi daxuyaniyeke nivîskî Meşa Dirêj silav kir.

'EM MEŞA WE YA GIRANBUHA Û DÎROKÎ SILAV DIKIN'

Di 16. salvegera komploya navneteweyî de, Kurdistanî ji sê baskan ve dimeşin Strasbourgê. 

Koordînasyona Komalên Ciwan bi daxuyaniyekê got, "Em bi dilên xwe yên ciwan vê meşa we ya giranbuha û dîrokî ya ji bo lanetkirina komploya 15'ê Sibatê, silav dikin."

"DEMA KOMPLO HAT PÛÇKIRIN XWE LI LÎSTEYA TERORÊ' GIRTIN"

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser komploya 15'ê Sibatê û ev xal hat destnîşankirin:

"Di encama hewldanên berfireh ên tifaqeke paşverû ya zexel û durû yên di 9'ê Cotmeha 1998'an de destpê kir û di 15'ê Sibata 1999'an de bi dawî bû de, Rêbertiya me dîl hat girtin û vê yekê mekanîka komployê ya ku merheleyek nû ya lîstikeke emperyalîst a navneteweyî, ku ev 200 sal in li ser gelên herêmê tê lîstin îfade dike, xist nava tevgerê. Bi dîlgirtina Rêber Apo re hebûna tevgera me hedef hatiye girtin û li gorî hesabên wan wê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bêyî Rêber Apo di demeke kurt de ji hev belav bûya."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku gava komplo negihaşt armanca xwe, vê carê PKK 'li lîsteya rêxistinên terorê' hatiye bicihkirin û hat gotin ku bi vê rê û rêbazê re hewl hat dayîn vîna Kurdê azad dîl were girtin, siyaseta Kurd a noker li Kurdistanê serdest bibe. Di dewama daxuyaniyê de hat diyakirin, ku hêzên komploker, zext li gelek dewletên ku ti eleqeya xwe bi têkoşîna azadiyê ya Kurd re nîne kirine ku PKK'ê weke 'terorîst' îlan bikin û daxuyaniyên bi vî rengî dewam kir:

'SERÎ LI BER VÎNA KURD A AZAD TEWANDIN'

"Lê belê di tevahiya salên têkoşînê yên bihurî de, hem li dijî dewletên li Kurdistanê sîstema înkar û tinekirinê meşandin hem jî li hemberî hêzên emperyal ên komploker, di pêşengiya Rêber Apo de hemû hêzên têkoşer û gelê me têkoşîneke bêhempa di nava tinebûn û dorpêçiyê de meşandin. Di encamê de jî dewleta Tirk û hêzên ew bi rêve dibirin, li pêşberî vîna Kurd a azad serî tewandin.

Rastiya Rêber Apo û PKK'ê, di Şerê 3. ê Cîhanê de ku li pêş çavê tevahiya gelên cîhanê diqewime, weke aliyê rûmeta mirovahiyê diparêze, li dijî faşîzma DAIŞ'ê û her şêwe paşverûtiyê têdikoşe. Di xeta Rêber Apo de hêzên YPG/YPJ'ê îro nirxên demokratîk û mirovahiya pêşverû diparêzin û vê yekê li ser navê tevahiya gelên cîhanê dikin. PKK, gerîlayên PKK'ê û şervanên YPG/YPJ'ê, li dijî paşverûtiya dixwaze me ber bi tarîtiya dema navîn ve bikşînin û dûvikên wan, ji bo jiyana azad biparêzin û biratiya gelan ew bikin, bi berdêla dayîna jiyana xwe destanan diafirînin û têdikoşin. Hêzên PKK li nava 'lîsteya terorê' bicih kirin divê bizanibin, ku PKK weke hêza azadîparêz û demokratîk a bi mîlyonan, îro ne tenê ji bo gelê Kurd, parastina îdealên jiyana azad a hemû dost û gelên bira jî dike."

BANGA LI YE Û DEWLETAN

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku lîsteya 'rêxistinên terorê' di nava gelan de nema derbas dibe, parlamenterên dewletan jî vê lîsteyê qebûl nakin û hat gotin, "Li gorî me ve lîste bi tenê parçeyek ji kaxizê ye. Ragirtina navê PKK'ê di vê 'lîsteya terorê' de dijderketina li nirxên bingehîn ên Ewropayê ye. Ev yek herî zêde Yekîtiya Ewropayê (YE) ber bi hevnegertinê dehf dide. Em bang li Yekîtiya Ewropa û rêveberiyên hemû dewletan dikin, ku êdî ji vê helwesta xwe ya zerarê dide wan bi xwe vegerin, xwe bigihînin rûmet û wijdanê mirovahiyê û dest ji vê biryara ku bi tenê xizmetê ji pavşerûtiya herêmê re dike, berdin."

'EM Ê ŞOPDARÊN RÊBERTIYÊ BIN'

Di dewama daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ciwanên Kurdistanê li ser bingeha fedekariyê, ji bo pûçkirina komployê têkoşîn bilind kirine, di cihê pêwîste canê xwe feda kirine û hat gotin, "Ji niha û pê ve jî Ciwanên Kurdistanê yên Welatparêz wê ji bo jiyaneke bi Rêbertiya azad re li welatê azad, her tim li pêş ber û bibin şopdarên bêwestan ê gotina Rêbertiyê ya 'me bi ciwantî destpê kir em ê bi ciwantî bi ser bikevin'."

Koordînasyona Komalên Ciwan diyar kir ku Meşa Dirêj pîroz û watedar e û got, "Em çalakiya we silav dikin û bi baweriya ku wê sala 2015'an bibe sala tinebûna komployê bi temamî, em ji we re serketinê dixwazin."

Güncelleme Tarihi: 08 Şubat 2015, 18:26
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER