Komplo hat lanetkirin, berxwedana Kobanê hat silavkirin

Di zincîra ji mirovan a li aliyê Serxetê, şermezarkirina Komploya navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mohra xwe li çalakiyê xist.

Komplo hat lanetkirin, berxwedana Kobanê hat silavkirin
Di zincîra ji mirovan a li aliyê Serxetê, şermezarkirina Komploya navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mohra xwe li çalakiyê xist. Nobedarên sînor ku bi dirûşman berxwedana dîrokî ya Kobanê silav kirin, bi kincên reş ên li xwe kirin û pankartên reş komplo şermezar kirin.


Nobetên berxwedanê yên ji dema êrîşan destpê kir didome di roja 154. de bi şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê dewam kir. Kesên li gundê Miseynter bi zincîra ji mirovan hatin gel hev berxwedana YPG/YPJ’ê bi dirûşman silav kirin. Paşê endamên komunê bi daxuyaniyeke çapemeniyê komploya navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Koma nobeta berxwedanê ji bo şervana YPJ’ê Xwundan Zagros a di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, çû taziyeya li gundê Elîzer hatiye danîn.

Çalakiya zincîra ji mirovan a li gundê Elîzer bi tevlîbûna sedan welatiyên kincên reş li xwe kiribûn pêk hat. Ligel alên PKK, KCK, YPG û YDG-H’ê ji ber salvegera Komploya Navneteweyî beşdaran al û pankartên reş hilgirtin, dirûşmên, "Bê Serok jiyan nabe","Bijî Serok Apo" û dirûşmên dilsoziya bi afirînerên serketina Kobanê şervanên YPG/YPJ’ê re gotin. Zarokên Kobanê bi pankartên, bi tîpên Erebî "Bê Serok jiyan nabe" ên hilgirtin ku bal kişandin, jinan jî wêneyên kesên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane rakirin. Berxwedêrên sînor ku Komploya Navneteweyî bi komî şermezar kirin, ber bi gundê Elîzer ku ji bo şervana YPJ’ê Narîn Reşîd Mustafa (Xwundan Zagros) a di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, taziya lê hatiye danîn bi dirûşmên, "Şehîd namirin" meşiyan.

Güncelleme Tarihi: 15 Şubat 2015, 15:25
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER