Li Kobanê 7 gundên din hatin rizgarkirin

Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku li Kobanê di 24 saetên dawî de 7 gundên din hatine rizgarkirin û gelek çete hatine kuştin. YPG'ê destnîşan kir ku di van pevçûnan de 2 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Ragihandina YPG’ê der barê 24 saetên dawî yên Pêngava Azadkirina Kobanê de daxuyaniyek weşand. YPG'ê daxuyand ku berxwedana Kobanê ya ku li hemberî hewldanên dagirkirinê yên çeteyên DAIŞ’ê tê meşandin û gihiştiye merhaleya serkeftinê. YPG'ê diyar kir ku hêzên YPG’ê duh li başûre Kobanê li hemberî hin gundên ji aliyê çeteyan ve hatibûn dagirkirin operasyonek li dar xistiye û wiha hate gotin: “Di operasyonê de gundên Gablek, Feyad, Bilêk, Qoçlîya Jêrîn, Zinarê Kûl û Xerab Xel hatin hedef girtin. Di encamê de 6 endamên çeteyan hatine kuştin û gundên ku navên van derbas dibin ji çeteyan hatine paqijkirin.”

YPG'ê destnîşan kir ku hêzên YPG’ê ku pêşveçûna xwe li rojhilatê Kobanê berdewam dikin jî gundek din azad kirine û wiha pê de çû: “Di operasyonê de gundê bi navê Mînîsê Kor hatiye rizgarkirin. Hêzên me li gundê Dêrfilît ê ku li heman herêmê ye jî êrîşek lidar xistin û di encamê de 2 endamên çeteyan hatin kuştin. Di operasyonên 24 seatên dawî de 2 şervanên YPG’ê gihîştine şehadetê û 3 şervanên me jî birîndar bûn."

Güncelleme Tarihi: 13 Şubat 2015, 16:36
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER