Li Kobanê pîrozbahiyên 8'ê Adarê destpê kirin

Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, Rêxistina Yekîtiya Star li bajarê Kobanê bi beşdariya bi dehan jinan semînerek lidar xist.

Li Kobanê pîrozbahiyên 8'ê Adarê destpê kirin
Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, Rêxistina Yekîtiya Star li bajarê Kobanê bi beşdariya bi dehan jinan semînerek lidar xist.


Semîner  li navenda rêxistina Yekîtiya Star bi beşdariya bi dehan jinên ji bajarê Kobanê hate li darxistin. Piştî deqeyekê rêzgirtin  axaftina destpêkê ji aliyê Seroka Desteya Hevgihînê ya Kantona Kobanê  Şivîn Mehmûd ve hat kirin. Şivîn Mehmûd di serî ev roj li hemû  jinên cîhanê pîroz kir û diyar kir ku pêwîste jin di her aliyên jiyanê de xwe bi pêş bixe.

Piştre endama Rêxistina Yekîtiya Star Nesrîn Til Temir bal kişand rola jinê di jiyanê de got, "Civak bi keda jinê bû xwedî nasname, di destpêka jiyanê de jinê nasnameya jiyanê afirandiye, di demên berê de her tişt hevbeş bû, di fikir û cewhera jinê de her dem parvekirin hebû, lê sîstemê ev yek kir bi xizmeta xwe".

Nesrîn Til Temir destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan rolek girîng di pêşxistina rola jinan di civakê de lîstiye û got ku Ocalan hemû pirsgirêk û qonaxên şikestina rola jinê lêkolîn kiriye û hewl daye çareser bike.

Her wiha li ser navê Tevgera Jinên Ciwan Cûdî Elî axivî û  da zanîn ku pêwîst e îroj ew xwedî li jinên Kurd ên ku canê xwe ji bo azadiyê di berxwedan Kobanê de feda kirine, derkevin û rêya wan bişopînin.

Semîner` bi dirûşmeyên weke “ Bijî berxwedana YPJ`ê û YPG`ê û jin jiyana azadî” Bi dawî bû .

Güncelleme Tarihi: 05 Mart 2015, 17:51
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER