Li ser sînor silava roja 163.

Nobedarên li sînor di roja 163. de tevî hewaya sar zincîra mirovahiyê avakirin û şervanên YPG û YPJ’ê silav kirin.

Li ser sînor silava roja 163.
Nobedarên li sînor di roja 163. de tevî hewaya sar zincîra mirovahiyê ava kirin û şervanên YPG û YPJ’ê silav kirin.


Bi pêşengiya YPG û YPJ’ê operasyonên paqijkirina gundên Kobanê li rojava li Firat, li rojhilat û başur,ber bi nuqteyên ku çeteyên DAIŞ’ê di 15’ê Îlonê de dest bi êrîşan kiribû ve diçe. Yên li xeta sînor a Pirsûsê nobetê digirin jî çalakiyên xwe girêdayî pêşdeçûna şervanen YPG û YPJ’ê yên li xeta sînor a rojava û rojhilat didomînin. Li gundê Miseynter, Mehser û Elîzerê çalakgerên nobetê digirin berê xwe dan Kobanê û şervan silav kirin. Yên ev 163 roj e li ber xwe didin, nehatin jibîrkirin. 

Welatiyan tevî hewaya sar alên PKK, YPG, YPJ, KCK û TEV-DEM hildan û dirûşmên, ‘Bijî berxwedana - YPG/YPJ/YBŞ/HPG’ê’, ‘Biji berxwedana Kobanê’ berzkirin û hewl dan dengê xwe bigihînin şervanên YPG û YPJ’ê.

Güncelleme Tarihi: 25 Şubat 2015, 13:14
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER