Li Îzmîrê 3 kes hatin girtin

Li Îzmîrê 3 kes bi îdîaya ‘endamên rêxistina çekdarî ne’ hatin girtin.

Li Îzmîrê 3 kes hatin girtin

Fazli Toplayici, Îsmaîl Gunay û Suleyman Gunay ên di dema berxwedana Kobanê de ji Îzmîrê çibûn Kobanê û  wêneyên dema li Kobanê bûn kişandibûn û li ser hesabê çapemeniya civakî weşandibûn. Li ser vê yekê polîsan duh bi ser malên wan de girtin û ew binçavkirin.

Sê kesên piştî îfadeyên wan li Midûriyeta Polîsan hat girtin, ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê hatin kirin.
Dadgeha Cezaya Sulh a 4. a Îzmîrê bi îdîaya ku her sê kes ‘endamên rêxistina çekdarî ne’ biryara girtina wan da.  Welatiyên hatin girtin, şandin Girtîgeha Kiriklarê.

Güncelleme Tarihi: 29 Nisan 2015, 17:14
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER