Malbatên Kobanê ji bo vegerê amadekariyan dikin

Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê neçar man bajêr biterikînin û hatin Wanê ji bo vegerê amadekariyan dikin.

Malbatên Kobanê ji bo vegerê amadekariyan dikin
Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê neçar man bajêr biterikînin û hatin Wanê ji bo vegerê amadekariyan dikin.


Piştî serketina Kobanê ya di encama berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê de welatiyên ji ber êrîşan neçar mabûn bên Bakurê Kurdistanê amadekariyên çûnê dikin. 38 malbatên li Wanê di konteyniran de dijîn, amadekariyên çûne dikin. Malbat li benda herêm bi temamî ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve bê paqijkirin û banga vegerê bê kirin dimînin.

'ME JI YPG/YPJ’Ê BAWER KIR'

Reşîd Yûsûf ê 60 salî got ku ji dema destpêkê ve ji YPG/YPJ’ê bawer kirine û got, “Em dixwazin vegerin wir û jiyana xwe li wir bidomînin. Heta dawiya Adarê dibe ku wir bi temamî ji çeteyan bê paqijkirin û em ê jî vegerin malên xwe.”

'KOBANÊ JI HERIYÊ BE JÎ DEMA ÇÛNÊ HATIYE'

Marûf Osman  jî diyar kir ku li Wanê rastî eleqe û nêzîkatiyeke baş hatine û wiha got, “Gelê Wanê em bi tenê nehiştin. Em wan spas dikin. Lê eger Kobanê ji heriyê be jî wextê vegerê hatiye.”

Güncelleme Tarihi: 12 Şubat 2015, 17:20
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER