Malbatên têkoşeran deverên pîroz ziyaret kirin

Malbatên Şehîdan ên bajarê Qamişlo deverên ku zarokên wan li bajarokên Til Hemîs û Til Birak û gundê El-Huseyniyê jiyana xwe ji dest dane, ziyaret kirin. Her wiha serdana şervanên YPG’ê û YPJ’ê ên li eniyên berxwedanê yên heman herêmê kirin.

Malbatên têkoşeran deverên pîroz ziyaret kirin
Malbatên Şehîdan ên bajarê Qamişlo deverên ku zarokên wan li bajarokên Til Hemîs û Til Birak  û gundê El-Huseyniyê jiyana xwe ji dest dane, ziyaret kirin. Her wiha serdana şervanên YPG’ê û YPJ’ê ên li eniyên berxwedanê yên heman herêmê kirin.


Şandeyek ji Saziya Malbatên Şehîdan ku ji bêtirî 50 kesî pêk dihat, çûn serdana bajarokên Til Hemîs û Til Birak. Li vir şande ji aliyê şevanên YPG’ê û YPJ’ê ve hatin pêşwazîkirin. Şandeyê lehengiyên şervanan û serkeftinên wan pîroz kirin. Piştre şandeyê deverên ku zarokên wan lê jiyana xwe ji dest dane yên wekî benzînxaneya Til Hemîs a destpêka bajarok ziyaret kirin û wêneyên cangoriyên ku li vir jiyana xwe ji dest dane daliqandin.

Şande piştre jî berê xwe dane bajaroka Til Birak û li vir jî ji aliyê şervanên YPG’ê û YPJ’ê ve hatin pêşwazîkirin û li gel şervanan deverên ku zarokên wan li vir jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin. Her wiha ji wir jî çûn gundê El-Huseyniyê û eniyên berxwedanê yên şervanên YPG’ê û YPJ’ê ziyaret kirin.

Li vir dayîka têkoşer Tîrêj Îbrahîm, Ilham Dawûd ku di berxwedana bajaroka Til Birakê de jiyana xwe ji dest dabû, diyar kir ku armanc ji serdana wan a vê herêmê ew e ku serkeftinên şervanên YPG’ê û YPJ’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê pîroz bikin.

Di serdanê de her wiha bavê têkoşer Keder Çolî, Telal Çolî ku di berxwedana bajaroka Til Hemîsê de di 2014’an de jiyana xwe ji dest dabû, axivî û destnîşan kir ku kurê wî ji bo gelê xwe ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê biparêze beşdarî berxwedana Til Hemîsê bûye.

Hevsera têkoşer Elî Ezîz, Wesîla Ezîz diyar kir ku hevserê wê li gundê El-Huseyniyê di operasyona rizgarkirina bajaroka Til Hemîsê de jiyana xwe ji dest daye û armanca wan ji vê serdanê ew ku cihê pîroz ku têkoşerên azadiyê bi xwîna xwe avdane ziyaret bikin.

Hemû axaftvanan di dawiya axaftinên xwe de soza şopandina riya têkoşerên azadiyê dubare kirin. Piştî ku şandeyê serdana xwe bi dawî kir, dayîkên aştiyê hin helbest û stranên ku riya têkoşeran silav dikin gotin û şêranî li şervanên YPG’ê û YPJ’ê belav kirin.

Güncelleme Tarihi: 16 Nisan 2015, 18:24
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER