Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' 1000 roj li dû xwe hişt

Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Konseya Ewropayê destpê kir, hezar roj li dû xwe hişt. Çalakî bi vî rengî, di nava têkoşîna Kurdan a li Ewropayê de bû xwedî cihekî girîng.

Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' 1000 roj li dû xwe hişt
Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Konseya Ewropayê destpê kir, hezar roj li dû xwe hişt. Çalakî bi vî rengî, di nava têkoşîna Kurdan a li Ewropayê de bû xwedî cihekî girîng.


Endamê Komîteya Amadekar Mûnzûr Emekçî ku ji destpêkê ve çalakiya nobedê organîze dike, xwest ev çalakiya ji bo azadiya Ocalan 'baştir were fêmkirin' û got, "Armanca çalakiya nobedê di heman demê de jiyana hevpar û azad a gelên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn e."

Hevserokê Giştî yê Kongra-Gel Remzî Kartal jî, çalakger û nobeda hezar roj li dû xwe hişt silav kir û got, "Divê em azadiya Rêber Apo bixin rojeva raya giştî ya cîhanê." Kartal destnîşan kir ku çalakî ketiye pêvajoyeke hîn watedar, ku karibe bêhtir deng vede.

Çalakiya nobedê di 25'ê Hezîrana 2012'an de destpê kir û heta roja îro nêzî 800 kes bi 146 koman beşdar bûn. Di çalakiyê de heta roja îro bi 70 hezar xwendekar, burokrat û tûrîstên Ewropî û parzemînên din re sohbet hat kirin, li ser pirsgirêka Kurd, jiyana Ocalan û têkoşîna aştî û azadiyê agahî hatin dayîn.

Heta roja îro di çalakiyê de bi giştî 400 hezar belavok û 40 hezar broşurên ji biyografiya Ocalan hatin belavkirin, zêdeyî 21 hezar îmze hatin komkirin.

Însiyatîfa 'Ji Ocalan re Azadî' û Komîteya Amadekar, bi Konseya Ewropa, Şaredariya Strasbourgê û gelek saziyên din re çalakî pêk anîn û bi dehan delegasyonên ji welatên cuda yên tevlî rûniştinên li bajêr bûn, hevdîtin kirin.

Endamê Komîteya Amadekar Mûnzûr Emekçî bibîr xist ku armanca çalakiyê ne tenê azadiya fîzîkî ya Ocalan e û destnîşan kir ku azadiya Ocalan pêşeroja gelên Rojhilata Navîn e.

'AZADIYA OCALAN Û GELAN HEV DU TEMAM DIKIN'

Emekçî got, "Bi tenê weke azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan li çalakiyê tê temaşekirin. Me gelek caran destnîşan kir; Armanca çalakiya nobedê di heman demê de jiyana hevpar û azad a gelên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Lê di heman demê de çareseriya pirsgirêka Kurd e. Bêguman azadiya fîzîkî ya Rêberê me ye. Lê belê ji aliyê giştî ve girîng e bi vî rengî bi yek alî neyê nirxandin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî di heman demê de li cidiyeta çalakiyê nayê û vê çalakiyê pasîfîze dike.

Di asta pêşî de destnîşankirina azadiya fîzîkî, dibe ku azadiya civakî, aştî û jiyana bi hev re li aliyekî bimîne. Lema li gorî me, hem hev hem jî azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan hev du temam dikin."

LI DIJÎ BARBARIYÊ PEYMANA ŞARISTANIYAN DERDIXÎNE PÊŞ

Mûnzûr Emekçî sedema girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelan bi vî rengî rave kir: "Ji sala 2013'an de hewldanên aştiyê yên Rêberê me li ber çavan e. Ev yek ne tenê pêvajoya aştiyê di navbera gelên Kurd û Tirk de ye. Aştiyeke ji bo tevahiya erdnîgariya Rojhilata Navîn e. Ji bo her kesên li vê erdnîgariyê dijîn; ji bo Ereb, Fars, Tirk, Kurd, Ermenî û ji bo hemû baweriyan Rêberê me şenseke.

Me ev yek bi barbariya DAIŞ'ê re dît. Em balê dikşînin ser barbariyeke ku gelan û baweriyan hedef digire, hemû mîrateyên dîrokî û çandî tine dikin.

Li dijî vê Birêz Ocalan daxwaza Kongreya Îslama Demokratîk kir û behsa Peymana Medîne kir. Ya ku di vir de tê xwestin were avakirin, jiyana bi hev re ya gelan a hezaran salî ye.

Eger mirov bala xwe bidinê; ev peymana şaristaniyan, ji aliyê çeteyên mîna DAIŞ'ê yên îdîa dikin li ser navê Îslamê tevdigerin û hêzên li pişt van çeteyan ve, li dîroka Mekke hatin vegerandin. Baweriyan, gelan, jinan qetil dikin, gelan û baweriyan berdidin hev.

Di nava vê rewşa tevlîhev û xumamî de, lîderekî bi tenê heye ku jiyana bi hev r û azadiyan ferz dike; ew jî Birêz Ocalan e. Tevî ku Erdogan û dewlet van rastiyan dibînin jî, berjewendiyên xwe yên şexsî û desthilatdarî derdixînin pêş. Ji ber vê yekê, divê di gotina xwe ya li hemberî lîderê gel Birêz Ocalan de, hevgirtî, durust û bi pîvan bin. Girîng e 10 xalên di encama muzakereyê de derketin holê bixin meriyetê û vê erdnîgariyê jib o gelan veguherîne cihê jiyanê."

'HETA OCALAN AZAD BIBE ÇALAKIYA NOBEDÊ WÊ DEWAM BIKE'

Mûnzûr Emekçî da xuyakirin ku nobeda ji Ocalan re azadî ya hezar roj li dû xwe hişt û di mehên pêş de wê sala sêyemîn jî li dû xwe bihêle, hîn 'bi coşa roja destpêkê' dewam dike û herî dawî got, "Em weke komîteya amadekar, heta azadiya Birêz Ocalan, bi desteka xurt a gelê xwe re em ê çalakiya nobedê dewam bikin."

KARTAL HER KESÊN DI ÇALAKIYÊ DE KED DANE SILAV KIR

Der barê nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' de ku çalakiya herî demdirêj û bê navbera a Kurdên li Ewropayê ye, Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal ji ANF'ê re peyivî û bal kişand ser girîngiya çalakiyê.

Kartal da xuyakirin ku divê hîn bêhtir azadiya Ocalan li rojeva raya giştî ya cîhanê were bicihkirin û got, "Beriya her tiştî em hemû welatparêzên xwe yên di nava 1000 rojî de ji bo azadiya Rêber Apo nobed girtin, bi rêzdarî silav dikin. Bi rastî jî şêweyeke xwedîderketinê, çalakî û berxwedanê ye ku ketiye dîroka têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê. Di nava hezar rojî de ji bo azadiya Rêber Apo, li ber Konseya Ewropayê bû dengê gelên Kurdistanê dostên Abdullah Ocalan.

Daxwaza azadiya Rêberê me kirin. Hewl dan xwe bigihînin hemû mirovên di wir de derbas bûn û ew agahdar kirin. Ji ber vê xebata giranbuha, li ser navê Kongra Gel em hemû welatparêzên xwe yên di vê xebatê de keda wan hene, bi rêzdarî silav dikin.

ÇALAKIYA NOBEDÊ DIKEVE PÊVAJOYEKE KU HÎN BÊHTIR DENG VEDE

Bêguman, ev tekoşîna mezin wê encamên bi bandor li pêvajoya azadbûna Rêber Apo bike. Ji niha û pê ve jî wê hevalên me nobedê dewir bigirin û dewam bikin. Heta azadiya Rêber Apo, gelên Kurdistanê û dostên Ocalan wê vê rewşa çalakiyê dewam bikin. Li ser vê bingehê peyama me ji tevahiya gelê me û raya giştî re bi vî rengî ye: 'Me Newroza 2015'an weke Newroza azadiya Rêber Apo pêşwazî kirin. Li hemû qadan li ser vê bingehê me dengê xwe bilind kirin. Me ji raya giştî ya cîhanê re ragihand ku em azadiya Rêberê xwe dixwazin. Di sala 2015'an de em ê hemû xebatên xwe bi vî rengî bimeşînin.

Dixwazim bêjim ku çalakiya nobedê ya timî, di vê çarçoveyê de ketiye pêvajoyeke hîn bêhtir watedar ku karibe deng vede. Li ser vê bingehê bang li gelê me dikim ku di dema pêş de hîn bêhtir destekê bide çalakiya nobedê ya li Strasbourgê, li çar parçeyên Kurdistanê û gelemperiya erdnîgariya cîhanê em dengê xwe yê ji bo azadiya Rêber Apo bilind bikin. Ji bo vê jî girîng e plansaziyeke xweser û çalakiyan were kirin. Divê em azadiya Rêber Apo têxin rojeva raya giştî ya cîhanê û vê yekê pêk bînin."

Güncelleme Tarihi: 30 Mart 2015, 12:53
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER