4 meclîsên jinan kongreyên xwe pêk anîn

Meclîsa Jinan a Viyan a bajarê Kolnê, Meclîsa Jinan a Rojbîn a bajarê Hamburgê, Meclîsa Jinan a Fatoş Saglamgoz a bajarê Hollanda Arnhemê û Meclîsa Jinan a Amara ya paytexta Swêd Stockholmê kongreyên xwe pêk anîn.

4 meclîsên jinan kongreyên xwe pêk anîn
Meclîsa Jinan a Viyan a bajarê Kolnê, Meclîsa Jinan a Rojbîn a bajarê Hamburgê, Meclisa Jinan a Fatoş Saglamgoz a bajarê Hollanda Arnhemê û Neclisa Jinan a Amara ya paytexta Swêd Stokcholmê kongreyên xwe pêk anîn.


KOLN

Meclîsa Jinan a Viyan a Kolnê ya Elmanyayê 7. kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de li ser navê TJK-E’yê Hanim Nurhak axaftinek kir.  Nurhak da zanîn ku Tevgera Azadiya Kurdistanê yekem car evqas li Kurdistanê belav bûye û wiha got: “Me wek gel belkî di dîrokê de koçberî û komkujî jiyan lê, bi tevgera Azadiya Kurdistanê re yekem car me koçberiyek wisa jiya. Me wek gel cara yekem evqas windahî dan. Û dîsa me jinan yekem car xwe evqas rêxistin kir. Yekem car em di şexsê YPJ’ê de evqas ketin rojeva cîhanê.  Li beramberê vê me êrîş jiyan. Me divê salê de hem windahî û hem berxwedan jiya.”

Nurhak di berdewamiyê de da zanîn ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd yekem car bi dewletê re hevdîtin  tên kirin û got: “Bi hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re Kurdan hem li Rojhilata Navîn û hem jî li Bakurê Kurdistanê rêbazek çareseriyê pêk anî. Ger 10 xal bên cih wê li Tirkiyeyê demokrasî bêhnek rehet bigire. Bawerî û gel wê bigihêjin azadiyê. Lê di rojên dawî de serokkomar û rayedarên AKP’ê dîsa zîhniyeta yekparêz kirine jiyanê. Hewl didin qedera gelan bi qedera xwe ve girê bibin. Di nava hewldanên provokatîf de ne. Ji ber bilindbûna HDP’ê AKP ketiye nava tirsê.”

Nurhak bi lêv kir ku ger li dijî hovîtiya li Şengalê pêk hat, ji destpêkê tedbîr bihatana girtin, wê evqas windahiyên can çênebûna û bi sedan jin neketibana destê DAIŞ’ê. Nurhak da zanîn ku her kesê di vir de şaşiya wan heye divê rexnedayîna xwe bidin û got: “Bi berxwedana Kobanê re cîhanê Kurd ji nêz ve nas kirin. Bi saya Kobanê Cîhanê dît ku Kurd û Tevgera Azadiyê xwedî seknek mirovahî ne. Serketina Kobanê bi xwîna Arîn Mîrxan û şehîdên din hat azadkirin. Vê berxwedana peyama zelal da dijmin.”

Piştî axaftinên hatin kirin rapora xebata salekê hat xwendin. Di raporê de bal kişandin ser kêmasiyan. Piştî nîqaşên hatin meşandin endamên nû yên Meclîsê hatin hilbijartin. Bi hilbijartinê meclîsa ji 57 kesî hat avakirin. Meclîs wê ji 7 komîsyonên ji hev cuda bê avakirin. Ji bo berdevkiya komîsyonê Yildiz Fîlîmcî, Ayten Karadag û Sabîha Ceyhan hat hilbijartin.

Di bin banê meclîsê de komîsyona edelet, rêxistinbûn, çand, dayikên aştiyê, perwerde, yekîneyên baweriyê û têkiliyên derve wê cih bigirin. 

HAMBURG

Li Hamburgê jî Meclîsa Jinan a Rojbîn 7. Kongreya xwe pêk anî. Ji TJK-E’ê Songul Omurcan û Parlamentera Partiya Çep a Hamburgê Cansu Ozdemîr beşdarî kongreyê bûn. Ji bo komîsyonan navê 59 kesî hat diyarkirin, biyar hat girtin ku Komîsyona Baweriyê jî bê avakirin.

Kongre ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Peyama Ocalan a der barê 8’ê Adarê de hat xwendin. Songul Omurcan axaftina vekirinê kir û got ku ew wek jin li dijî civakê xwe berpirs dibînin û got: “Divê em xwe bigihînin girseyên mezintir. Siyaset heta niha bi destê mêr hat meşandin. Meclisên jinan bi qasî ku qedera xwe bi tayîn dikin, di heman demê de pirsgirêkên xwe jî di nava xwe de çareser dikin.”

Rapora xebatê ya salane hat xwendin, di aliyê guhertin û veguhertinê de li ser rola jinê hat sekinandin. Di axaftinan de hat gotin ku divê jin di avakirina neteweya demokratîk de rola aktîf bilîzin û ji bo xebatên rûtîn derbas bikin bal kişandin ser projeyên ku hewcedariyên jinan ji holê radikin. 

Kongreyê bi erêkirina rêziknameya meclîsê û diyarkirina komîsyonan berdewam kir. Komîsyonên rêxistin, dayikên aştiyê, çapemenî, çand-perwerde, têkiliyên derve, jinên ciwan û Rojava, ligel vê ya baweriyê hat avakirn. Berdevkên meclîsê jî wê di civîna yekem de bên hilbijartin.

Di plansaziyê de jî hat gotin ku wê ji bo ronîkirina komkujiya Parîsê her Çarşemê çalakî bidomin. Ji bo Kongreya Konfederalîzma Demokratîk a Navneteweyî ya di 19’ê Nîsanê de pêk tê bang hat kirin. Endamên Meclîsê ji bo perwerdeya sê rojan a di 22’ê Gulanê de wê biçin Navenda Hevdîtina Jinan a Utamara. 

ARNHEM

Li bajarê Hollanda Arnhemê Meclîsa Jinan a Fatoş Saglamgoz 2. Kongreya xwe pêk anî. Ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hat girtin.

Geşedanên siyasî hatin nirxandin. Jinan gotin ku bi berxwedana Rojava, Kobanê û Şengalê serbilindin û hat gotin ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî gelê Kurd û bi taybet jî li dijî jinên Kurd êrîşan pêk tînin. Her wiha ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên li Tirkiyeyê pêk tên jî bang hat kirin.

Piştî axaftinan rapora xebatê ya salekê hat xwendin. Meclîsa ji 23 kesan pêk dihat hat xwendin. Meclîs ji 3 komîsyonan û 3 berdevkan pêk tê. 

STOCKHOLM

Li Stockholmê jî Meclîsa Jinan a Amara ya sala buhrî hat avakirin, Yekemîn Kongreya xwe pêk anî. Ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê û Rojava deqeyek rêz hat girtin. Axaftina vekirinê Ayşe Goktepe kir.

Goktepe got ku li Rojhilata Navîn êrîşên li dijî jinan gihiştine asta herî jor û di şexsê Arîn Mîrxan de berxwedana Gelê Rojava û şehîdên wê silav kir.

Goktepe bi lêv kir ku berxwedana jinên Kurd ên bi pêşengiya YPJ û YJA-Starê li Rojava û Şengalê dimeşe ji bo gelan bûye hêvî û got: “Ji bo jinên di destê DAIŞ’ê de bên rizgarkirin divê hewldan bên kirin.” Goktepe bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê û got ku ji bo pêvajo lezgîntir bibe divê di hilbijartinan de HDP bendê derbas bike û di parlamentoyê de temsiliyetek xurt bike.

Goktepe wiha got: “Yekane hêza dîktatoriya Erdogan asteng bike, HDP ye. Erdogan û kurmayên AKP’ê li dijî HDP’ê kampanyayên lîncê dane destpêkirin. Ez bang li Kurd û Elewiyên Ewropa dikim ku deng bibin HDP’ê.”

Ji Însiyatîfa Aştiyê ya Jinan Vahîde Yilmaz axivî û çavderiyên xwe yên di gera Amedê de bi delegeyan re parve kir.

Jinên mafê axaftinê girtin ji bo piştgiriya HDP’ê bang kirin.

Meclîsek ku ji 30 kesî pêk dihat hat avakirin. Ji bo berdevkiyê jî Ayşe Goktepe, Naciye Bîçen û Şukran Kara hat hilbijartin. Di rojên pêş de wê Komîsyonên cuda bên avakirin.

Güncelleme Tarihi: 30 Mart 2015, 12:55
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER