Ozgokçe: Dengên ji bo HDP'ê wê bibin dengê aştiyê

Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Wanê Ozgokçe got, "Bi qasî 25 salan min li bajêr doktorî kir. Min pirsgirêka gelê me, gelên me ji nêz ve dît û hema pirsgirêk jiya" û destnîşan kir ku bi tenê HDP dikare li Meclîsê gel temsîl bike.

Ozgokçe: Dengên ji bo HDP'ê wê bibin dengê aştiyê
 Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Wanê Ozgokçe got, "Bi qasî 25 salan min li bajêr doktorî kir. Min pirsgirêka gelê me, gelên me ji nêz ve dît û hema pirsgirêk jiya" û destnîşan kir ku bi tenê HDP dikare li Meclîsê gel temsîl bike. Ozgokçe ragihand kuk yek ji pirsgirêkên bingehîn ên Wan ambargoya aboriyê ye û ji bo pêvajoya çareseriyê got, "Em ê hêzên serdest neçarî aştiyê bikin."

Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Wanê Remzî Ozgokçe, hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji ajansa me re nirxand.

'LI ZANÎNGEHÊ Û DI JIYANA XWE YA PÎŞEYÎ DE EZ BI KEDXWARIYÊ HESIYAM'

Hûn çawa nêzî siyasetê bûn?

Ji roja min çavên xwe li jiyanê vekir û vir ve, min bindestiya li her qada jiyana civakî gelekî dît û jiya. Bi saya tevgerên çep ên di salên min ên zanîngehê de min ew nas kir, ez bi dîroka me, cihêkarî û asîmîlasyona li me hatiye kirin, hesiyam. Meyla min a polîtîkbûyînê di van salan de xurt bû. Di tevahiya jiyana xwe de ez her tim bûm alîgirê ked, kedkar û bindestan. Di jiyana ya pîşeyî de min xerabiya sîstemê û kedxwarina li hemberî gelê me tê kirin, dît. Min karê sendîkayî meşand. Ji niha û pê ve jî bi desteka gelê me û saziyên civakî yên sivîl re, ji bo hilweşandina sîstema antî demokratîk, li vir im. 

'VÎNA ÇARESERIYÊ BI TENÊ LI GEL HDP'Ê HEYE'

We çima HDP tercîh kirin?

Bi qasî 25 salan min li vî bajarî doktorî kir. Min pirsgirêka gelê me, gelên me ji nêz ve dît û hema pirsgirêk jiya. Li her qada lê bûm min têkoşîn meşand û ji bo vê têkoşînê di van hilbijartinan de bi pêş ve bibim, ji HDP a yekane partiya xwedî vîna çareseriyê ye, bûm namzet. Parlamenterî tê wateya temsîliyeta gel li Meclîsê. Yekane vîna dikare pirsgirêkan çareser bike jî li gel HDP'ê heye.

Bi dîtina min, garantiya bingehîn a avakirna welatekî azadîparêziya zayendî, ekolojîk û li ser bingeha welatîbûna azad gel dikarin bi hev re bijîn, HDP ye. Li kîjan aliyê Anatoliyê dibe bila bibe, yek ji me li neheqiyê rast bê, yê din nikare bi awayekî azad û wekhev bijî. Ev bawerî çavkaniya bingehîn a vîna HDP'ê ye. Li ser vê bingehî cudahiya HDP'ê ji partiyên din ew e, ku li hemberî nêzîkatiyên netewetiyê, cihêkarî û antî demokratîk, dengê aştiyê bilind dike, her çand, ziman, nasname û cihêrengiyê di nava xwe de vedihewîne û temsîliyeta wê dike.

Bi gelek derdoran re we tifaqa hilbijartinê kirin. Wê encam jê derkeve?

Jiyaneke nû bi hembêzkirina hemû beşên civakê re pêkane. HDP ji bo bibe dengê hemû derdoran, ji bo hemû derdoran li hev bicivîne gaveke girîng avêt. Bi taybetî destek û tifaqên li aliyê çep, ji bo têkoşîna demokrasî û azadiyê gelekî girîng û serketî ye. Em ê bi hev re bendan hilweşînin û ber bi desthilatdariyê ve bimeşin.

'AMBARGOYA ABORÎ PIRSGIRÊKA BINGEHÎN'

Der heqê pirsgirêka herî bingehîn a Wanê de tespîta we çi ye?

Van yek ji girîngtirîn bajarên Kurdistanê ye. Gelê Wanê bi têkoşîn, dayîna berdêlên giran, rojên îro afirand. Beriya her tiştî divê ev were gotin. Eger der heqê Wanê de wê tiştek bê gotin, ew jî; pirsgirêka bingehîn ambargoya aboriyê ye. Pêwîste gelê Wanê wekîlên ku dengê xwe daye wan li cem xwe bibîne, pirsgirêkên xwe ji wan re vebêje û çareser bike. Pêwîstiya Wanê ev e, pirsgirêk bi vî rengî dikarin çareser bibin.

Li ser pirsgirêka jinê mesaja we çi ye?

Ya ku modernîteya kapîtalîst herî zêde ser dinixumîne, statuya koledariyê ya jinê ya di nava civakê de ye. Li hemberî kedxwariya sîstema bi serdestiya mêr li her qada civakê afirandiye, divê cihê jinê ya di nava civakê de, ked û azadiya wê were parastin. Mînaka herî bedew a çawaniya rizgariya jinê, li gel jinên li Rojava li ber xwe didin e. Mîna ku em li Rojava jî dibînin, wekheviya jin û mêr a li her qadên civakî, hêmanên bingehîn ên 'Jiyana Nû' ye.

'EM Ê WAN NEÇARÎ AŞTIYÊ BIKIN'

Encamên hilbijartinê wê bandoreke çawa li pêvajoya hilbijartinê bikin?

AKP îro ji vîna gel ditirse. Mîna bûyera li Aigrî daye dû provokasyonan. Xurtbûna bê navber a HDP'ê û qelsbûna AKP'ê, lîstikên bi vî rengî yên qirêj dixe rojevê. Lê belê gelê me bi berxwedana xwe re van lîstikan pûç dike. Tevî hemû astengiyan jî gelê me wê bi hêza xwe re hêzên serdest neçarî aştiyê bike. Ew ê aştiyê pêşkêşî me nekin, em ê bi têkoşîna xwe re bi dest bixin. HDP a bendê hilweşîne wê nîşan bide ku çareserî li ku û çawa pêk tê. Dengên ji HDP'ê re werin dayîn, wê dengê hesreta aştî û têkoşîna demokrasiyê ya li her devera Tirkiyeyê bin.

KÎ YE?

Di sala 1965'an de li gundê Kalecîk ê Wanê ji dayik bû. Dibistana seretayî û anvîn li Dibistana Herêmî ya Leylî ya Îskele qedand. Di sala 1980'yî de Lîseya Pîşeyî ya Laborant a Enqereyê qezenç kir û di sala 1983'an de ji vê lîseyê mezûn bû. Di heman salê de Fakulteya Tipê ya Cerrahpaşa ya Zanîngeha Stenbolê qezenç kir û piştî perwerdeya 6 salan di sala 1989'an de mezûn bû. Di destpêkê de li Ocaxa Tenduristiyê ya li Nanepinar a navçeya Kastamonû Cîde dest bi wezîfeyê kir. Di sala 1992'an de li Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya SSK a Wanê hat wezîfedarkirin. Di sala 2011'an de li Nexweşxaneya Dewletê ya Wanê salekê xebitî. Di sala 2012'an de derbasî Hekîmiya Malbatê bû. Di erdheja mezin de ji Wanê derneket û xizmeta tenduristiyê da gel. Di hilbijartinên herêmî de bû ji DBP'ê bû bernamzetê Hevşaredariya Tûşbayê. Remzî Ozgokçe weke namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Wanê xebatên xwe dewam dike.

Güncelleme Tarihi: 20 Nisan 2015, 19:26
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER