Siyasetmedarên Danîmarkayî: Divê PKK ji lîsta terorê derbikeve

Polîtîkavanên Danîmarkayî di pîrozbahiya Newrozê ya ku duh li paytexta Danîmarka Kopenhagê pêk hatin de axivîn û gotin divê PKK ji lîsta terorê bê derxistin.

Siyasetmedarên Danîmarkayî: Divê PKK ji lîsta terorê derbikeve
Polîtîkavanên Danîmarkayî di pîrozbahiya Newrozê ya ku duh li paytexta Danîmarka Kopenhagê pêk hatin de axivîn û gotin divê PKK ji lîsta terorê bê derxistin.


Parlementerê Koalîsyona Sor-Keskan a Danîmarkayê Nikolaj Villumsen di pîrozbahiya Newrozê ya ku bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Danîmarkayê FEY-KURD’ê hate lidarxistin de axivî û bal kiaşnd ser têkoşîn û destkeftiyên Kurdan ên li Rojava. Nikolaj Villumsen bal kişand ku heta niha jî PKK di lîsteya terorê ya Yekitiya Ewropayê de ye û got: “Ev yek tiştekî bê wate ye.”

Bernamzedê Herêma Kopenghag Mads Fuglede yê ji partiyên lîberal axivî û bal kişand berxwedana mezin a li Kobanê û ragihand ku gelê Kurd li Rojhilata Navîn dostekî rasteqîn e, lê partiyên lîberal vê yekê gelekî dereng zanîne.

Namzedê Partiya Gel a Sosyalîst Serdar Benlî yê bi eslê xwe Kurd e û di heman demê de alîkarê Şaredarê Gladsaxeyê ye, axaftina xwe diyarî jinên leheng ên Kurd ên ku li Rojava li ber xwe didin.

Hunermend Sîmar, Agrîn Azad, Nûarîn, Dogan Bîçen jî bi stranên xwe beşdarî pîrozbahiyê bûn û stran strîn. Koma Nûjiyan jî bi govenda xwe reng da şevbêrka Newrozê.

Kobane Støttefond ( fona alîkariya ji bo Kobanê) a ku nû li Danîmarkayê hatiye avakirin, hate nasandin, û ji bo wê stand hate danîn. Selîm baran li ser navê fonê axivî û axaftinek têkildrê pêvajoya li Kobanê kir.

Baran bang li gel kir ku tevlî xebatên Kobane Støttefond bibin û alîkariya aborî bidin Kobanê û got: “Ji ber vê jî em bang li her kesê dikin bibin endamên Kobane Støttefond”.

Her wiha, PYD, PJAK, YNK, GORAN, Komeleya Jinên Kurd, Forûma Kurdisk, Komeleya Dostaniya Kurd- Danîmarkayê, Komekeya Akademîsyenên Kurd Fokus-A, rojnameya Nudem.dk a ku li Danîmarkayê bi zimanê Danîmarkayî weşanê dike, piştgirî dan şevbêrkê.

Güncelleme Tarihi: 29 Mart 2015, 21:28
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER