Şêniyên Hesekê û Amûdê piştgirî dan HDP'ê

Welatiyên li bajarên Hesekê û Amûdê piştgirî dan HDP’ê û gotin ku dê hilbijartinên li Bakûr û Tirkiyê guhertinên mezin bixwe re bînin.

Şêniyên Hesekê û Amûdê piştgirî dan HDP'ê

Li bajarên Hesekê û Amûdê welatiyan derbarê hilbijartinên parlamenteriyê ku dê li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê di 7’ê Hezîranê de bêne lidarxistin de nêrînên xwe anîn ziman û piştgiriya xwe ya ji bo HDP’ê vegotin.

HESEKÊ

Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şemsedîn Mele Brahîm: Tevlîbûna HDP‘ê di hilbijartinên parlemeteriyê de, ji bo pêşxistina pêvajoya aştiyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, gelekî girîng e. Serkeftina HDP’ê riya çareseriya doza gelê kurd û nexşeriya avakirina Tirkiyeyek demoqratîk li ser bingeha wekheviya hemû pêkhatiyan e. Dema HDP biser bikeve dê hemû pirojeyên Erdogan ên li dijî kurdan têk biçin û projeyên aştiyê pêş bikevin. Em piştgiriya HDP’ê dikin û dixwazin hemû pêkhateyên Tirkiyê û Kurdistanê dengên xwe bidin HDP’ê.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê Fethula Hiso: Rojhilata Navîn di qonaxeke hesas re derbas dibe. Ji bo ku em armancên xwe pêk bînin, divê em vê merheleyê qezec bikin. Gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê gavên mezin avêtin, projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li hersê kantona bala tevahî cîhanê kişand, rizgarkirina Kobanê û gelek herêmên di ji çeteyan deng veda, ev yek dive li Bakur jî were avakirin. Li Bakurê Kurdistanê jî şoreş heye. Kurd beşeke esasî di hilbijartinên parlametoya Tirkiyeyê dene û dê roleke mezin di pêvajoya aştiyê bilîzin. HDP‘ê  bi projeya xwe xwe isbat kir ku dikare guhertineke demokratîk ava bike. HDP ji bo tevahî gelên Tirkiyeyê girîng e. Çarenûsa serkeftina wê di destê me de ye, serkeftina HDP‘ê di hilbijartanê de  ronahiya gelan e, ji ber vê yekê  ji gelên kurd ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê tê xwestin ku dengên xwe bidin HDP‘ê. Em jî weke gelê Rojava piştgiriyê didin HDP‘ê.

AMÛDÊ

Ciwanê bi navê Amed Mehmûd: Îro roj hilbijatinên pir bi wate li Bakûrê Kurdistanê tên lidarxistin. Ev hilbijartin wê siyasta dewleta Tirk bi guhere. HDP nûnertiya guhertinê dike, lewre em piştgiriyê didinê. Em ji hemû kesên li Tirkiyê û Bakûr jî dixwazin ku dengên xwe bidin HDP’ê.

Ciwanê bi navê Nûjdar Osman: Hêviya me ji tevahî gelên ku li Bakûrê Kurdistan hene ew e ku dengên xwe bidin HDP’ê. Ji ber ku ew ê doz û armancên hemû gelên li Bakûr û Tirkiyeyê biparêz e û bihêle ku di nava demokrasî û aştiyê de jiyan bikin.

Ciwanê bi nave Îsmayîl Enter: HDP gelek pêkhateyan di nava xwe de dihewîne. em bi hêviyek pir mezin in ku wê ev partî di hilbijartinan biser bikeve. Em  bi gelê Bakûr bawerin ku wê piştigiryê bidin HDP’ê ji ber ku wê ev partî bibe çareseriya hemû pirsgirêkan.

Güncelleme Tarihi: 02 Haziran 2015, 20:16
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER