Tirkiyê cenazeyên şervanên YPG’ê asteng kirin

Cenazeyên 3 şervanên YPG’ê yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji bo ku bişînin bajarên wan birin sînorê Bakûrê Kurdistanê, lê rayedarên Tirkiyê, nehiştin derbasî aliyê Bakûr bêne kirin.

Tirkiyê cenazeyên şervanên YPG’ê asteng kirin

Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê cenazeyên şervanên YPG’ê Fatih Sait Tanriverdî (Şoreş Andok), Fevzî Çakir (Rizgar Amed) û Diyar Bakir (Kurdo Amed) ên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dabûn, îro birin Deriyê Sînor ê Kobanê da ku derbasî Bakur bikin. Lê rayedarên Tirkiyê bêyî hincet nehiştin ku cenaze bêne derbaskirin.

Li ser vê yekê cenazeyên hersê şervanan vegerandin Saziya Malbatên Şehîdan.

Nasnameyên şervanan wiha ne:

Nav û paşnav:  Fatih Sitki Tanriverdî

Nansanv: Şoreş Andok

Cih û dîroka jidayîkbûnê: Amed/1995

30 gulanê di berxwedana gundê Cîtonikê jiyana xwe jid est da

——

Nav û paşnav: Fewzî Çaqir

Nasnav: Rizgar Amed

Cih û dîroka jidayîkbûnê: Mardîn/Şemrex/1989

Di 3’ê adarê di  berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da

———-

Nav û paşnav: Diyar Bakir

Nasnav: Kurdo Amed

Cih û dîroka jidayîkbûnê: Amed/1993

Di sala 2011’an tevlî nava refên berxwedanê bû û 29’ê tebaxa 2014’an di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da

Güncelleme Tarihi: 02 Haziran 2015, 20:14
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER