Xizmên windayan xwestin dewlet hesab bide

Li Amed, Êlih û Geverê xizmên windayan hatin cem hev û aqubeta windayan pirsîn. Rêveberê ÎHD'ê yê Êlihê Mesud Aydin diyar kir ku darbekar Kenan Evren mir lê bêyî hesabê bide mir.

Xizmên windayan xwestin dewlet hesab bide
Li Amed, Êlih û Geverê xizmên windayan hatin cem hev û aqubeta windayan pirsîn. Rêveberê ÎHD'ê yê Êlihê Mesud Aydin diyar kir ku darbekar Kenan Evren mir lê bêyî hesabê bide mir. Aydin anî ziman ku dayikên bi salan aqubeta zarokên xwe dipirsin heqê xwe li Evren helal nakin.


AMED


Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteya 327'an li Parqa Koşuyolu li dar xistin. Rêveberên ÎHD'ê, MEYA-DER, Dayikên Aştî, DİYAY-DER, TUHA-DER, xizmên windayan û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên di binçavan de hatin windakirin û hatin qetilkirin, hatin hilgirtin. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî di çalakiyê de axivî û diyar kir ku hemû kes dizane ku cînayetên kiryar nediyar ên li Kurdistanê pêk hatin ji aliyê kê ve pêk hatin dizane. Bîlîcî 15'ê Gulan Cejna Zimanê Kurdî jî pîroz kir û wiha got: "Ziman mafê mîrovan e. Tu kes nikare wî mafê qedexe bike. Em her hefte li vir dengê xwe bilind dikin û dibêjin, 'Ev pêvajoyekî gelek girîng e' Li mixabin Serokwezîr û Serokomar ji bo ji xwe re zêde wekîlan derbixe pêvajo dan cemîdandin."

Bîlîcî anî ziman ku ew AKP'ê hişyar dikin û wiha pê de çû: "Em dê xwedî li pêvajoyê û mîmarê pêvajoyê derbikevin. Her roj buroyên HDP'ê rastî êrîşan tên û tê şawîtandin. Bila dest ji van hesabên biçûk berbidin."

Nûnerê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Prz. Abdullah Zeytun çîrokê windakirina Emîn Altan xwend û wiha got: "Emîn Altan li navçeya Rezan a Amedê esnafî dikir. Altan di 7'ê nîsana 1996'an de ji malê derket û çû dikana xwe û ji wê rojê heya niha tu agahî jê nayên girtin. Cîranên Altan ên esnaf jî malbata wî re gotin 'Emîn ji dikanê ji aliyê kesên nenas ve bi zorê birin'" Zeytun anî ziman ku bavê Altan Abdullah Altan têkildarî bûyerê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da lê tu encama negirtin. Zeytun da zanîn ku Abdullah Altan piştî hînbû ku Dozgeriya Sîlopî pştî bîrên Botanê hatin vekirin lêprsîn da destpêkirin careke din serlêdan kir. Piştre çalakiya rûniştinê pêk hat.

ÊLIH 

Şaxa ÎHD'ê ya Elihê û xizmên windahiyan jî bi heman armancê li Kolana Gulistanê çalakî li dar xistin. Nûner û rêveberên rêxistina namzeda HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran û gelek xizmên windahiyan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên di bin çavan de hatin windakirin û qetilkirin hatin hilgirtin. 

Endamê ÎHD'ê ya Êlihê Mesûd Aydin daxuyanî xwend. Aydin li ser mirina 7'min Serokomarê Tirikiyeyê Kenan Evren rawestiya û anî ziman ku dayikên ku bi salane li benda aqubata zarokên xwe ne hekê xwe li Evren helal nakin û wiha got: "Li tevahiya bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi fermana Evren di derengiya şevê de bi hezaran kes ji malên wan dihatin girtin, hatin windakirin û kuştin. Ji salên 90'î û şun de dayikên kurdan li qadan in û kujerên zarokên xwe digerin. Lê kujer mir û edaletê cihê xwe negirt. Li ser cenazeyê Evren gotin ku Evren keseke baş e û heqê xwe lê helek bikin. Na ew ne baş bû. Heya ku dayîk di dibin germa havînê û sermaya zivistanê li qolanan bin heq lê nayê helal kirin." 

Aydin 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û wiha axivî: "Hêviya me ew e ku têkoşîna me ya mafdar ser bikeve. Gelê Kurd dê bigihije armanca xwe û dê bi azadî zimanê xwe bi axivê û bi nîvise."

GEVER

Li navçeya Geverê ya Colemêrg jî bi heman armancê li Kolana Hunerê çalakiya xwe ya hefteya 59'emîn li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin û hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Piştî rêzgirtinê aqubeta Şeref Sirri yê ku di 10'ê kanûna 1987'an de li gundê Şahi yê sînorê Îranê ji aliyê leşkeran ve dema bazirganiya sînro dikir hate qetilkirin pirsîn. Biraziya Sirri Mizgîn Sirrî çîrok mamê xwe xwend û diyar kir ku li gundê wan hemû kes bazirganiya sînor dikin debara wisa dikin. Sirri anî ziman ku mamê wê ji bo mazotê bîne çû Îranê û ji aliyê leşkerên Qereqola Guvenlî ve hate gulabarankirin û bi birîndarî hate girtin. Sirri da zanîn ku mamê wê rastî îşkenceyekî gelek giran hat û wiha got: “Ji ber tirsê tu kesî mudaxele nekir. Piştî îşkenceyê mamê min ji aliyê serhengê bi navê Omer ve heya qereqolê li erdê re kaş kir û bire qereqolê. Mamê min li qereqolê demek dirêj girtin û ji ber zêde xwîn winda kir jiyana xwe ji dest da. Qereqolê keyayê gund gazîkire qereqokê rewş jê re got û heya serê sibê ew jî li qereqolê girtin. Roja din di bin çavdêriya dozger û doktor de li gund hate definkirin."

Sirri bilêv kir ku piştî bûyerê fermandarê qereqolê bihîst ku ew dê derbarê bûyerê de dozê vebikin gef li wan xwarin û wiha axivî: “Fermandarê qereqolê ji me re got heke dozê vebikin dê wan bikuje. Ji ber vê yêkê me doz venekir.Ev înfazek e. Divê teslîmî dadgehê kiriban."  Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê pêk hat.

Güncelleme Tarihi: 16 Mayıs 2015, 17:00
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER